Pirtûka bi navê “Kurdistan Tarîhî” (Dîroka Kurdistanê) ku destpêka salên 2000’î ji aliyê Weşanên Avestayê ve hatibû derxistin û wê çaxê doz lê hatibû vekirin, careke din doz lê hat vekirin û hat qedexekirin. Pirtûk ji aliyê komek akademîsyenên Rusyayê ve hatibû amadekirin û sala 2000`î wergera wê ya bi Tirkî hatibû weşandin. Di bin edîtoriya Ş.X. Mihoyan û M.S. Lazarev de ji aliyê  E.İ. Vasilyeva, M.S. Lazarev, M.A. Gasratyan, O.İ. Jigalina û Ş.X. Mihoyan ve pirtûk hatibû amadekirin. Sala 2000’î Dadgeha Elwekariya Dewleta Tirk (DGM) ya Stenbolê pirtûk dabû berhevkirin û doz lê vekiribû. Piştî çend rûniştinên dozê, dadgehê cezayê pereyan û hepsê li weşanxaneyê birîbû. Piştî ku DGM hatin girtin, rewş hinekî guherî û pirtûk dîsa hat çapkirin. Ji wan çapan heta niha tu lêpirsîn yan doz derbarê pirtûkê de nehatibûn destpêkirin. Niha, piştî vê yekê bi 18 salan, Dadgeha Sulhê ya Ceza ya Ayvalika Balikesîrê biryara qedexikirina pirtûkê da. NAVENDA NÛÇEYAN