Şêwirmendê Leşkerî Lîwa Rikun Bextiyar Mihemed, diyarkir pêngavên ji bo yekxistina tevayê hêzên pêşmerge hatine destpêkirin. Her wiha eşkere kir ku ew li bendêne piştî avabûna hikûmeta nû ya Iraqê, hêzên pêşmerge carek din vegerin deverên ji Herêma Kurdistanê qûtbûyî.

Piştî şerê navxweyî yê navbera PDK’ê û YNK’ê, ji sala 1993’an ve li Başûrê Kurdistanê tevî lihevkirina her du aliyan û yekxistina her du îdareyan jî, lê heya niha her du alî xwediyê du hêzên cûda yên pêşmerge ne. Her du alî nekarîne her du hêzên pêşmerge bixin yek hêz.

Ji bo yekxistina hêzên pêşmerge gelek hewildan hem li ser asta navxwe hem jî li ser asta welatên derve bi taybetî hêzên hevpeyaman çêbûn. Lê heya niha ev hewildan bi encam nebûne. Ji ber vê yeknegirtina hêzên pêşmerge di bûyerên 16’ê Cotmeha sala 2017’an de ji sedî 51’ê xaka Başûrê Kurdistanê hate ji destdayîn û deverên ji Herêma Kurdistanê qûtbûyîn carek din ketin bin kontrola hikûmeta navendî.

Têkildarê yekxistina hêzên pêşmerge û vegera hêzên pêşmerge ji bo deverên ji Herêma Kurdistanê qûtbûyî, Şêwirmendê Leşkerî li Wezareta Pêşmerge Lîwa Rukin Bextiyar Mihemed axivî û got; pêngavên ji bo yekxistina hêzên 70’ê û 80 yên hêzên pêşmerge hatine destpêkirin.

 

ROJNEWS/HEWLÊR