Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan, di hefteya 168'an de li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu dîsa li hev kom bûn û çalakî pêk anîn. Endam û rêveberên saziyên sivîl jî tev li çalakiyê bûn û pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin vekirin. Nûnerên MEYA-DER, TUHAD-DER, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê KCD, KESK û gelek saziyên din jî piştgirî dan malbatan. Endama Komîsyona Girtîgehan ya ÎHD'ê ya Amedê Necibe Guneş Perinçek, anî ziman ku 168 heftene çalakiyan pêk tînin, lê heta niha hikûmetê tu gav neavêtiye. Perînçek, da zanîn ku her hefte li Stenbol, Riha, Amed, Êlihê xizmên windayan derdikevin kolanan û li edaletê digerin, lê heta niha edaletê cihê xwe nedîtiye.
Li Êlihê Şaxa ÎHD'ê yê Êlihê çalakiya "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" li Kuçeya Gulîstanê çalakiya rûniştinê pêk anî. Di çalakiyê de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navenda Navçeyî Şukru Tapkan, Endamê MYK'ê ya ÎHD'ê Nîhat Ekîncî, Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Osman Kunteş, xizmên windayiyan û gelek kes jî piştgirî dane çalakiyê.
 Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 370'an de dîsa li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya xwe ya heftane pêk anîn. Dayikan dîsa pankarta "Faîl diyar in, winda li kune" vekirin û wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin. Dayikan qurnefil jî xistin destê xwe û xwestin êdî edalet cihê xwe bibîne. Dayikan vê hefteyê çîroka Nurettin Ozturk ê di sala 1984'an de hate windakirin xwendin. 

 NAVENDA NÛÇEYAN