Her însanê li Kobanê bi vî dengê ji xewê şiyar bû û pirsî gelo çi diqewime.? Teqandina tirimpêla bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ’ê ve û hatina wê ji aliyê Tirkiyê ve berê herkesî da deriyê Murşidpinar.
Du kesan ji wan kesên ku berê xwe dan Deriyê Murşidpinarê yek jê ez û ya dîtir jî rojnamevan Nazdar Ebdî bû.Ji bo em bigihîjin derî di bin hawan û fîşekên sekvanan de bi awayekî lez me berê xwe da derî, di rê de mirovên ku rewşê mereq dikin, li ber deriyê mala xwe pevçûn dişopandin. Her kes dizanîbû rewşekî xeter heye, lê belê nizanin çi diqewime. Saeta di 06.15’an de em gihîştin cihê bûyerê. Wê demê şervanên YPG’ê û kesên li wir amade hîna mirovên ku ji ber teqandina tirimpêla bombebarkirî birîndar bûbûn ji bin xaniyên hilweşiyan e, derdixistin û dibirin nexweşxaneyê. Bi wê teqandinê re giştî avahiyên derdor û xanî hatibûn xwarê.
Kevir li ser kevir nemabû, tirimpêl pirçiqîbûn û hemû cada ji xerabiya avahiyan hatibûn girtin. Kesekî nikarîbû di wan rêkan de biçe û bê. Çeteyên DIAŞ’ê bê navber topên hewanê diavêtin û di bin wan hawanan de mirovên parastina bajar dikirin û Şervanên YPG’ê dixwestin birîndaran xilas bikin. Demjimêr 06:30’an grûpeke Şervanên YPG’ê û Şemis El-Şemal di nava wê xerabiya avahiyan de mîna birûskê û bi awayekî lez berê xwe dan derî. Bi ruhekî wisa ber bi derî ve dibeziyan mîna ku bibêjin çi dibe bila bibe em nahêlin derî têkeve destê wan de û berê xwe dane çeteyên DAIŞ’ê. Kî Şervanên YPG’ê li ser bêtêlê bihîstin ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî deriyê Murşid Pinarê kirin berê xwe dane derî. Grûpa Ebû leyla û Xemgîn Heleb ên hejmara wan heşt kes bûn bi awayekî fedaî xwe dane ber fîşekên çeteyên DAIŞ’ê û pêşve çûn. Di navbera wan û çeteyên DAIŞ’ê de 8 metro bûn ango di heman xanî de bûn, ew xanî jî li ser xaka Tirkiyê bû û di rojên berî wê de hertim leşkerên Tirk ên nobedara derî dikirin li derdora wî xanî bûn. Lê belê tişta balkêş yek leşkerekî Tirk ên ku me her roj ew li ber derî didîtin wê rojê ne li wir bûn. Şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê bi bombe ketin nav hev de. Di wî xanî de pevçûn çêbû.
Hinek gurûp jî di bin fîşekên çeteyên DAIŞ’ê de xwe dighandin gurûpa pêş û cebilxana ji wan re tanîn. Wexta Şervanên YPG’ê birîndar dibûn, gurûpa cebilxane dianî û jerjûrên hevalên xwe tijî dikirin ew birîndar bi awayekî lez ji nava pevçûnê derdixistin. Li hemberî wan êrîşên dijwar Şervanên YPG, Şemiselşîmal, ên herêmî û endamên asayîşê çepera xwe bernedidan û silogana Bijî berxwedana YPG’ê diqêriyan. Çeteyên DAIŞ’ê yên ji milê Tirkiyê ve’êrîşî derî dikirin riwê xwe girtibûn
Demjimêr 8,50 deqan de du çeteyên DAIŞ’ê xwe teqandin, berî wê her du çeteyên DAIŞ’ê berî ku xwe biteqînin di mesafeta metrek û nîv de xwe avêtin navbera min û Şervanekî YPG’ê de, ji bo neyên naskirin riwê xwe girtibûn. Cara yekê wexta ku xwe avêtin navbera me gulereşandin û paşve zîvirîn cara duyemîn jî bi wê leza hatina wan re Şervanên YPG’ê ew gulebaran kirin û birîndarkirin, piştî wê her duyan xwe teqandin. Tişta balkêş ji bo neyên naskirin riwê xwe girtibûn, wexta birîndarbûn bi lez xwe teqandin, xwîn û guştê wan firiya ser dîwar û Şervanên YPG’ê. Piştî wan çeteyan xwe teqandin pevçûn bi awayekî dijwar heyanî demjimêr 11,30 dewamkir.
Yên ku Deriyê Murşidpinar parastin gihîştin armanca xwe.


Nehîr PALE