Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç anî ziman ku divê ji bo çarenûsa Kurdan biryarên hevpar werin girtin û got: “Heger wisa nabe li ser çarenûsa Kurdan lîstok wê çêbibin.” Her wiha Koç bal li ser nêzîkatiya Elmanya kişand û dest nîşan kir ku Elmanya konsepta 1993’an careke din li ser Kurdan ferz dike.

Navenda xebatên raya giştî ya Kurd Civaka Azad, li paytexta Elmanya Berlînê li ser bûyerên li Kurdistanê semînerek lidar xist. Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nîlufer Koç weke qiseker beşdarî semînerê bû.

Koç diyar kir ku KNK dixwaze ji bo hemû partî û rêxistên Kurd bi stratejiyên hevpar rabin û got: “KNK dixwaze polîtîkayên hevpar ji bo hemû partî û rêxistinên Kurdan bi pêş ve bibe. Lewma KNK hewl dide Kongreya Neteweyî li dar bikeve. Ji ber ku na be tenê tenê hin partiyên nûnertiya hindik Kurdan dikin li ser çarenûsa hemû Kurdan bigirin. Li ser mijarên hemû Kurdan elaqedar dike divê rêxistinên Kurd biryarên hevpar bigirin. Heger wisa nebe tenê wê ji bo hin kes û grubên biçûk li ser navê gelê Kurd wê biryar werin girtin ku ev jî tenê xizmeta wan kesan e û ev yek wê bibe lîstikek li ser çarenûsa Kurdan.”

Elmanya bi heman awayî tevdigere 

Koçê dest nîşan kir, hikumeta Merkel heman konsepta hikumeta Kohl a sala 1993’an li ser Kurdan ferz dike. Koçê bal kişand ser bûyerên di du salên dawî de li Bakur û Rojavayê Kurdistanê qewimîn û anî ziman, daxwazeke mezin a azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn heye. Koç bibîr xist, Rojhilata Navîn bi polîtîkayên emperyalîst nîjadperest hatiye parçekirin û tê birêvebirin.

Hevseroka KNK’ê got, “Ocalan beriya niha gotibû, ‘Serdest êdî nikarin bi rê ve bibin, yên tên birêvebirin naxwazin werin birêvebirin. Di vê pêvajoyê de yên herî rêxistinbûyî bin wê bi ser bikevin’. Sîstema demokratîk û hevgirtî ya Ocalan, bûye alternatîfeke cidî. Hêzên rojavayî bi siyaseta ‘Rojhilata Navîn parçe bike û bi rê ve bibe’ her kes kirin dijminê hev. Ocalan bi pêşniyara xwe re dixwaze her tiştên hatine parçekirin li hev bicivîne. Mîna ku îro li Rojava tê dîtin, ev alternatîf bi ser dikeve.”

Koçê dest nîşan kir, aliyê herî xweser ê Tevgera Kurd û şoreşa li Rojava ew e, ku li dora azadiya jinê tevdigerin û wiha dewam kir: “YPJ ne tenê ji jinên Kurdan pêk tê. Bi sedan jinên Ereb, Suryanî, Ermenî di nav de cih digirin. Her wiha YPJ ne tenê yekîneyeke leşkerî ye.”

Divê siyaseya xwe biguherînin

Koç’ê bi bîr xist, Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê, bi fermannameya 2’ê adara 2017’an re, alên PYD, YPG, YPJ, PÇDK, PJAK, YXK û NAV-DEM’ê jî di nav de al û flamayên gelek partî û saziyên Kurdan qedexe kiriye û bang li hikumeta Berlînê kir ku dest ji siyaseta krîmînalîzekirina Kurdan berde.

Hevseroka KNK’ê  Nîlufer Koç anî ziman, di destpêka salên 1990’î de, ji bo pêşî li tevgera gel a li Bakurê Kurdistanê were girtin, hikumeta Kohl di sala 1993’an de PKK li Elmanyayê qedexe kir û got, “Piştî 24 salan, hikumeta Merkel heman konseptê ji bo pêşîgirtina li şoreşa li Rojava dike û sembolên YPG û PYD’ê qedexe dike. Ne tenê Kurd lazim e her kes li dijî vê têbikoşe. Di serî de demokrat û hêzên çepgir, divê li dijî vê qedexeyê bikevin nava liv û tevgerê. Ji ber ku ev pirsgirêk ne tenê ya Kurdan e. Kurd li Rojava û Bakurê Sûriyeyê li ser navê tevahiya mirovahiyê têdikoşin.” 


 BERLÎN