
Kongreya Suriyeya Demokratîk bi beşdariya 103 delegeyên, rêxistinên siyasî, leşkerî û civakî yên muxalefeta Suriyeyê bi dûrişmeya “Ji bo avakirina Suriyeke azad û demokratîk” li bajarê Rojavayê Kurdistanê Dêrîkê destpê kir.
Kongreya ku li salona Salona Ciwanan a Azar ya bajarê Dêrîkê duh destpê kir û wê heta îro berdewam bike. Kongre ji aliyê partiyên di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de, Koma Partiyên Lêvegera Siyasî, Koma Demokratîk a Sûriyeyê, Şepêla Genim (Teyar El-Qemih), Kombûna Peymana Rûmet û Mafnasiyê, Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk li Sûriyeyê ve tê birêvebirin.
‘Gelê Rojhilata Navîn doza mafê xwe dike’
Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û ji bo diwanê 7 kes hatin hilbijartin. Piştî hilbijartina dîwanê li ser navê Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojavayê Kurdistanê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso axaftina vekirinê ya kongreyê kir.
Hiso bal kişand ser mafên gelê Rojhilata Navîn û got gelê Rojava dikare pêşengtiyê ji şoreşa aştiyane ya Sûriyeyê re bike.
Hiso diyar kir ku bi saya pakrewanan, lehengên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jinê, hêzên Asayîşê, şervanên erka xweparastinê pêk hatine û gotinên xwe wiha domand: “Rojava beşeke Sûriyeya hevgirtî ye. Pêwîst bû ku hêzeke ku nûnertiya hemû hêzên Sûriyeyê bike were avakirin”
Ekrem Hiso diyar kir ku ew hêvîdarin ku sîwaneyeke siyasî ya ji bo tevahiya Sûriyeyê were avakirin ku karibe nûnertiya mafên gelê Sûriyeyê di qadên navneteweyî de bike û dûrî bandora hêzên herêmî be.
Hiso şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), YPG, YPJ, Asayîş, Notoroh, El-Senadîd, Sotoru silav kir, şehîdên şoreşê bibîr anî, ji bo malbatên wan sersaxî xwest û soza şopandina rêya wan da.
‘Em berpirsyariya xwe dizanin’
Piştî axaftinên Ekrem Hiso, Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl axivî û got Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û bidestxistina mafên pêkhateyên Sûriyeyê di çarçoveya dewleteke federal û demokratîk de çareseriya herî baş a parastina yekîtiya Sûriyeyê ye.
Her wiha Xelîl diyar kir ku ew îro gava yekemîn ber bi avakirina eniyeke siyasî, demokratîk a berfireh diavêjin û gotinên xwe wiha domand: “Em hemû berpirsyartiya xwe li hemberî erkên yekîtiya niştîmanî dizanin. Hêviya me jî ew e ku ev kongre bi çareseriyeke baş a ji bo aloziya Sûriyeyê bi encam bibe û layîqê şehîd û cangoriyên me be.”
‘Li Sûriyeyê aloziya mezin tê jiyîn’
Di dewama axaftina xwe de Xelîl bal kişand ser aloziyên ku li herêma Rojhilata Navîn diqewimin û got “Bi taybet li Sûriyeyê aloziya mezin tê jiyîn. Ev yek li ser riyên pir bi xeterî ye. An em ê jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de biparêzin an jî wê xerabî û wêranî çêbibe.”
‘Dewleteke federal çareseriya herî baş e’
Aldar Xelîl serkeftina modela Rojava bi bîr xist û wiha pê de çû: "Me nimûneya jiyana hevbeş a pêkhateyên herêmê pêş de xist, her wiha aştiya navxweyî li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk parast. Tevî êrîşên dijwar ên bi ser me ve hatin, tevî derfetên kêm û nûbûna tecrubeya me, lê me bi israra xwe atmosfereke baş a azadiyê afirand û riya pêşketina ramyarî, çandî, hunerî, siyasî û civakî dûrî fikra yekrengî vekir.”
Xeîl di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku Rêveberiya Xweser di çarçoveya dewleteke federal de çareseriya herî baş a parastina yekîtiya Sûriyeyê ye û doza pêkhate û netewên wê ye.
‘Em çareseriya siyasî ferz dikin’
Endamê Koma Partiyên Lêvegera Siyasî ya Kurd Mustefa Meşayîx li ser girîngiya zêdekirina danûstandin û gotûbêjan di navbera aliyan de rawest û got ku li şûna rêbaza çareseriya leşkerî ku aliyên navnetewî ferz dikin divê çareseriya siyasî ya li ser bingeha danûstandina aştiyane were pêşxistin.
‘Israra me kêm nabe’
Endamê Komîteya Kongreya Qahîre Salih El-Lebwanî jî li ser navê Şepêla Genim axivî û got: “Em li hemberî rêjîma Sûriyeyê ya diktator sekinîn, tu caran israra me kêm nabe. Em ê bi hemû hêza xwe ji bo Sûriyeke sivîl û demokratîk ku tê de mafên hemû pêkhateyan were parastin, têkoşînê bikin.”
‘Baweriya me bi vê kongreyê heye’
Ji rêveberên Yekîtiya Star Gulîstan Osman axivî û ev tişt anîn ziman: “Baweriya me bi vê kongreyê heye. Wekî jin me bi xwe destpê kiriye ku em bibin hêmanekî bingehîn di avakirina modernîteya dermokatîk de.”
Endamê Kombûna Peymana Rûmet û Mafnasiyê Nibras Delûl jî axivî û got: “Ev kongre ji ber ku li ser xaka Sûriyeyê tê lidarxistin û dûrî destwerdanên hêzên herêmî û navnetewî ye, pir girîng e. Baweriya hemû komên ku amade bûne û hatin vexwendin kombûna Sûriyan dide xuyakirin.”
‘Wê bigihêje çareseriyeke siyasî’
Endamê Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk li Sûriyeyê Elaeddîn Xalid jî wiha axivî: “Em jî bawer dikin ku ev kongre wê bigihêje çareseriyeke siyasî ya demokraîtk ku welat ji aloziyê derxîne. Sûriye bi hemû nûnerên xwe yên çand û pêkhateyên îro li vir amade ye.”
Piştî axaftinan peymanên Serokê Şepêla Genim Heysem Menai, muxalifê Sûriyeyê Riyad Derar ku ji ber hin sedeman nikarîbûn beşdarî kongreyê bibin û lêborîna xwe xwestin, hatin xwendin. Di van peyaman de lidarxistin Kongreya Sûriyeya Demrokatîk hat pîrozkirin.
Dema me nûçe amade dikir kongre berdewam dikir.
ANHA/DÊRÎK