Ji reşnivîsa nexşerêyê: Doza Kurd li Sûriyê dozeke niştimanî û demokratîk e, peydekirina çareseriyeke adil û demokratîk li ser esasê ku destûr itîrafê bi mafên neteweyî yên gelê Kurd bike, itîrafkirina qanûnî û destûrî bi Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nenavendîbûna demokratîk.

Komxebata sêyemîn a Diyaloga Sûrî-Sûrî bi xwendina reşnivîsa mijara duyemîn a komxebatê ku ji nexşerêya çareseriya aloziya Sûriyê pêk tê, doh roja xwe ya duyê da destpêkirin.

Komxebata ku Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) wê bi dirûşma "Ji hevpeymana civakî ya Sûriyê ber bi serdema nû ya demokratîk ve"  organîze dike, li Kobanê bi beşdarbûna 148 nûnerên şepêl, partî, rêxistinên siyasî û civakî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha nûnerên ji hêzên muxalefetê yên hundir û derveyî Sûriyê, kesayetên serbixwe, çalakvanên mafên mirovan, siyasetmedar, nivîskar û rojnamevan bi rê ve çû.

Roja duyemîn a komxebatê bi axaftina  hevserokê MSD`ê Riyad Derar dest pê kir. Derar got, "Gelek hêvî ji bo siberojê hene, em dixwazin bi awayekî rast bigihîjin wê û bibêjin ku Sûriye dewleteke bipêşketî ye, ji ber ku parçeyekî ji vê cihanê ye."

Paşê komîteya amadekar reşnivîsa nexşerêya çareseriya aloziya Sûriyê xwend, ew jî mijara duyemîn ji mijarên komxebatê ye. Di dawiya komxebatê de encamnameyek tê belavkirin, ku dema nûçeya me dihat amadekirin, hîna nehatibû ragihandin.

Atmosfera guncaw û 2 pêvajo

Komxebata sêyemîn a Diyaloga Sûrî-Sûrî ku pêr li bajarê Kobanê dest pê kir, doh di roja duyemîn de dewam kir.

Piştî axaftina hevserokê MSD`ê Riyad Derar, komîteya amadekar reşnivîsa nexşerêya çareseriya aloziya Sûriyê ji beşdaran re pêşkêş kir.

Di reşnivîsa nexşerêya çareserkirina aloziya Sûriyê de pêşniyazên hatin kirin wisa di metnê de cihê xwe girtin: “Pêkanîna jiyana aştiyane di navbera gelan de, avakirina civakeke demokratîk, ekolojîk û civakî, avakirina sîstemeke qanûnî û demokratîk ku jiyana azad û birûmet ji hemû çînên civakê re peyde bike, pêkanîna nirxên heqiyê û edaleta civakî dûrî feraseta netewedewletê, leşkerî û olî, wekhevî bê cudakariya li ser esasê nîjadî, olî, bawerî, mezbehî yan jî zayendî, bi armanca avakirina hevgirtineke exlaqî û siyasî di nava civaka Sûriyê de, rêzgirtina li hember gelan da ku çarenûsa xwe diyar bikin, rêzgirtina aştî û ewlehiyê yên navneteweyî, mîsogerkirina mafên jin, zarok û ciwanan, misogerkirina xweparastinê û parastina rewa, rêzgirtina ji azadiya ol û baweriyan re. Em dibînin ku nexşerêya çareseriya aloziyê ku xwe dispêre rêgezên destûrî, dê di atmosfereke guncaw de û li ser esasê 2 pêvajoyan pêk were."

Pêvajoya amadekar

Di reşnivîsê de ev pêvajoya yekê weke, Pêvajoya gavên amadekariyê û çêkirina baweriyan, bendên vê pêvajoyê terîf dike: “Têkoşîna li dijî terorê û tinekirina çavkaniyên wê yên fikrî, madî û darayî, ragihandina agirbesta giştî bi serpereştî û çavdêriya navneteweyî û rakirina dorpêça li ser herêmên dorpêçkirî, destpêkirina diyalogên berfireh di navbera hemû aliyên Sûriyê de, berdana hemû girtiyan û kesên hatine revandin, derxistina hemû şervanên biyanî ji axa Sûriyê bi biryareke navneteweyî, bidawîkirina dagirkirina Tirkiyê û hemû aliyên ku axa Sûriyê dagir kirine, peydekirina atmosfereke baş ji bo vegerandina koçber û penaberan, doza Kurd li Sûriyê dozeke niştimanî û demokratîk e, peydekirina çareseriyeke adil û demokratîk li ser esasê ku destûr itîrafê bi mafên neteweyî yên gelê Kurd bike, itîrafkirina qanûnî û destûrî bi Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nenavendîbûna demokratîk li gorî rewşa her yekê.”

Pêvajoya destpêkirina xebata siyasî

Reşnivîs pêvajoya duyê weke destpêkirina xebata siyasî û gavên wê bi nav dike: “Çareseriya Sûrî-Sûrî wê bi sponsorî û misogeriya navneteweyî bi rêya diyaloga zindî û lihevkirinê be, redkirina çareseriya leşkerî û erêkirina diyaloga siyasî ya demoratîk, avakirina meclisa damezirîner bi rêya kongreya neteweyî ya Sûriyê bi giştî, erka wê çavdêrî û kontrol e, nûneriya hemû pêkhateyên gelê Sûriyê bi awayekî wekhev dike, avakirina hikûmeteke veguhastinê, bidawîkirina zilmê bi hemû cureyên wê û jinûve avakirina Sûriyê li ser esasê sîstema nenavendîbûnê ku destûr bi wê itîraf bike, rawestandina destûra heyî û ragihandina rêgezên esasî, diyarkirina dema veguhastina demokratîk û di dawiya wê de jî pêkanîna hilbijartinên giştî li ser esasê Rêveberiyên Xweser û li ser asta niştîmanî ya giştî li gorî destûra nû.”

Di nexşerêyê de, li ser beşdarbûna jinan di xebata siyasî de wek şertê sereke ji bo biserxistina xebata danûstandinê û misogerkirina mafên wê yên destûrî, avakirina mecliseke leşkerên ku baweriya xwe bi çareseriya siyasî di artêşa neteweyî ya nû de tînin jî hene ku pê ji nû ve bingehê hêzên ewlehiyê wê bê çêkirin.

Komxebatê bi nîqaşên li ser mijarên bendên nexşerêyê dewam dikir gava nûçeya me dihat amadekirin. Çav li rê bû ku di dawiya guftûgoyan de encamnameyek jî bêî weşandin.

Beşdaran di roja yekemîn a komxebatê de li ser girîngiya pêkanîna jiyana hevbeş a gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê, neteweyan û olên cuda û piştgiriya saziyên civaka sivîl û aktîfkirina wê nîqaş kiribû.

 

ANHA / KOBANÊ