Mehmet Ocalan ê çû Girava Îmraliyê û bi birayê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûnişt, li Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê. Mehmet Ocalan ê ku pêşî bi Kurdî axivî, paşê bi Tirkî da xuyakirin ku rewşa tenduristiyê ya Ocalan baş e û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jê re gotiye, “Eger dewlet amade be, wê du mirovên xwe bişîne vir. Ev pirsgirêk giran e, projeyên me amade ne. Di 6 mehan de em dikarin çareser bikin.”

Mehmet Ocalan birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevî berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Amedê daxuyanî da çapemeniyê û di serî de got, “Serok Ocalan ji her kesî re silav û hurmetên xwe şandin” û ew bi qasî 60 deqîqeyan bi hev re peyivîne.


Ocalan: Projeya me amade ye, lê yek alî nabe

Piştî vê yekê Mehmet Ocalan wiha axivî: “Her sê hevalên wî jî hebûn, gotin em bi hev re dixebitin. Erê tecrîd didome, lê rewşa me wekî berê ye. Pirsgirêk nîne. Projeyên me hene, ger dewlet amade be, em dikarin di 6 mehan de temam bikin. Me pêvajo bi dawî nekir, wan bi dawî kir.

Rewşa wî ya tenduristiyê baş bû. Sibê cejn e, cejna Qurbanê ye. Eger li welatekî rojê 30-40 kes dimire, hingî ew cejn ne cejn e. Çareseriya vê yekê di destê me de ye. Em dikarin çareser bikin.”

Mehmet Ocalan derbarê rewşa dawî û pirsgirêka Kurd de jî ev peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ragihand: “Ger dewlet bixwaze, di nava 6 mehan de pirsgirêk dikare were çareserkirin. Ger dewlet çareseriyê dixwaze, bila 2 mirovên xwe bişîne Îmraliyê û hevdîtinan bikin. Divê parêzer û şande jî karibin hevdîtinan pêk bînin.”


Tecrîd dewam dike

Mehmet Ocalan got, mafên wan ên qanûnî û hiqûqî ji wan hatiye wergirtin, tecrîd dewam dike, û bi bîr xist ku du salan dewletê nehişt  ew wekî malbat karibin Ocalan bibînin, bi heman rengî parêzerên wî jî astengkirin. Mehmet Ocalan got, bi vî rengî mafê Ocalan ên hiqûqî hatiye binpêkirin û weha peyivî: “Ger dewlet, dewleteke hiqûqî ye, bila parêzeran û heyeta berê bişîne.


Greva birçîbûnê bi dawî bû

Li aliyê din, piştî daxuyaniya Mehmet Ocalan, li ser navê 50 kesên ketine greva birçîbûnê ya bê dem û bê veger, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven axivî û got, “Me gotibû, heta em xeberekê ji birêz Ocalan bigirin em ê grevê bidomînin. Niha kekê Mehmet xeber ji me re anî, em jî îro, dawî li greva xwe tînin.”

Doh piştî nîvrojê greva biçîbûnê ya li bajarê Franseyê Ewrûpayê ji bo Şengalê û li dijî tecrîdkirina Ocalan hatî destpêkirin jî bi daxuyaniyekê di roja xwe ya 21´ê de hat bidawîkirin. 


 AMED