ERSÎN ÇAKSÛ / ANF/EYN ÎSA

Nûnerên dewletên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê xwe amade dikin ku 28-29’ê Mijdarê li ser Sûriyeyê cara 11’an li Astanayê bên cem hev. Eynî rojê jî bi komxebata bi pêşengiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li bajarê Eyn Îsa yê Bakurê Sûriyeyê muxalifên Sûriyeyî wê werin cem hev.

Komxebata MSD cara duyemîn e, pêk tê. Tê payîn, ji hemû herêmên Sûriyeyê bi dehan partiyên siyasî, tevger û kesayetên serbixwe yên muxalif, qederê 90 delegeyî beşdarî komxebatê bibin. Beşdarên komxebatê wê li ser mijarên, “rewşa insanî, modela rêveberiyê, rewşa aborî, destûra bingehîn a nû, rewşa jinê û mijarên mişterek ên navbera muxalifan” biaxivin.

Endamê Komîteya Dîplomasiyê ya MSD’ê Ferhad Hemo, li ser komxebatê axivî. Ferhad Hemo got, biryara lidarxistina vê komxebatê di komxebata beriya niha de hatibû girtin û wiha peyivî: “Armanca me ya bingehîn ew e ku em van rêxistin û kesayetên Sûriyeyî nêzî hev bikin û hin xalên hevpar bibînin. Hema bêjin, ji hemû herêmên Sûriyeyê, wê 90 kesên ku ji nûnerên gelek rêxistinên siyasî û kesayetên serbixwe pêk tên, beşdarî vê komxebatê bibin.”

Timî li derveyî Sûriyeyê li çareseriyê geriyan

Hemo diyar kir ku 6 xalên bingehîn ên komxebatê hene û ev agahî dan: “Ev xal jî wiha ne; rewşa insanî ya li Sûriyeyê, nîqaşên li ser modela rêveberiyê ya Sûriyeyê, rewşa aborî ya li Sûriyeyê, destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê, rewşa jinên Sûriyeyî, rê û rêbazên hevkariya rêxistinên muxalif ên Sûriyeyî.”

Hemo bal kişand ser civîna li Astanayê û got, “Heta niha timî li derveyî Sûriyeyê li çareseriyê geriyan, yan jî bi hêzên cuda re li çareseriyê geriyan. Lê belê ji bo çareseriya meseleya Sûriyeyê, em welatiyên wê li ser xaka xwe dicivin û nîqaş dikin. Heman rojê Îran, Tirkiye û Rûsya wê li Astanayê li hev rûnên li ser mijara Sûriyeyê. Lê li wê derê ne rejîm heye, ne jî muxalif. Em ne bawer in ku pirsgirêka Sûriyeyê bi vî rengî çareser bibe. Em dibêjin, werin em vê pirsgirêkê di nava xwe de hal bikin.”

Rojeva wan Idlib e

Rojeva bingehîn a rayedarên dewletên Rûsya, Îran û Tirk ên li Astanayê wê Idlib be. Rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê Îlonê dest bi amadekariyên operasyona li Îdlibê kiribûn û Cotmehê piştî ku Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan li Soçiyê li hev rûniştin, operasyon hatibû taloqkirin.

Tê gotin, rojeva bingehîn a hevdîtina sibê ya li Astanayê wê Idlib be. Li gorî agahiyan, wê Rûsya soza dewleta Tirk deyne ser maseyê ku di civînên beriya niha de dewleta Tirk gotibû, ew ê ‘komên çekdar ên li Idlibê ji hev cihê bike’.

Civîna yekemîn a li paytexta Kazakistanê Astanayê, 23’ê Çileya 2017’an de hatibû kirin. Tirkiye, Rûsya û Îran 9 caran li Astanayê li hev civiyan û civîna dehemîn jî li bajarê Soçî yê Rûsyayê pêk hatibû.

Ji sala 2011’an ve qaşo di bin navê ‘çareseriya siyasî û dîplomatîk’ a krîza Sûriyeyê de heta niha zêdeyî 50 civîn û hevdîtinî li Cenevre, Viyana, Munchen, Astana, Riyad, Qahîre û Soçiyê hatine lidarxistin. Lê ev hevdîtin hemû, ji bilî dijwarkirina şerê li Sûriyeyê, bi kêrî tiştekî nehatin.