Di konferansa li PEʼyê de hate diyarkirin ku divê YE dev ji piştgiriya Tirkiyeyê berde. Li ser berxwedana Rêber Abdullah Ocalan jî hat gotin, berxwedana wî gelekî awarte ye.

 Dayika Hevrên Xelef: Dest bidin hev, bibin yek deng, li dijî Erdogan û yên destekê didin Erdogan bêjin, ‘Em hemû Hevrîn in, em ê li dijî te li ber xwe bidin, li girê Miştenûrê em Arîn Mîrkan in’.

Li Parlementoya Ewrûpayê Konferansa Kurdan a 16’emîn hat lidarxistin. Di konferansa du rojan de ku doh bi dawî bû, bêhtir qala têkiliyên Yekîtiya Ewrûpayê bi Tirkiyeyê re û tecrîdkirina Ocalan hate kirin.

Zanyarê siyasetê yê Zanîngeha Viyanayê ya Evûstûryayê Thomas Schmîndinger got; “Pirsa min a sereke ev e. Gelo der barê doza Kurdan, helwesteke hevpar a Ewrûpayê heye? Li gorî min, na. Ji ber ku polîtîkaya hevpar tune.”

Schmîdînger diyar kir ku Elmanya li ser aboriya Tirkiyeyê xwe bi rê ve dibe û got; “Di nav vê bazirganiyê de, bazirganiya çekan jî heye. A niha rêjeya firotina çekan, di 14 salên dawîn de di asta herî bilind de ye. Elmanya di warê sûcên li Sûriyeyê ew jî aliyek e û divê YE êdî têkeve dewrê.”

Dagdeviren: Kurd aktorên sereke ne

Endama Konseya Rêveber a EÛTCC û KURD-AKAD’ê Dêrsim Dagdevîrên jî diyar kir ku Kurd li Rojhilata Navîn aktorên sereke ne, û got: Ji ber gavên dewleta Tirk DAÎŞ zindî bûye. Heke em Rojhilata Navîn a demokratîk dixwazin, divê em çareseriyeke siyasî ji doza Kurdan re bibînin. PKK ne rêxistineke terorê ye. Heke YE dixwaze di warê aştiyê de tiştekî bike, divê di vî warî de gavan biavêje.”

Dubbuns: Berxwedana Ocalan awarte ye

Sîmon Dûbbîns ê ku li Kraliyeta Yekgirtî kampanyaya azadî ji bo Ocalan didomîne û dîrektorê navneteweyî yê sendîkaya Unîte The Union e ya ku 1,5 milyon endamên wan hene, bal kişand ser berxwedana Ocalan. Dûbbîns diyar kir ku Ocalan 21 sal in di tecrîdê de ye û got: “Berxwedana wî ya li hemberî vê rewşê gelekî awarte ye. Ev jî diyar dike ku ew çiqasî bi biryara xwe re ye. Wî ji bo aştiyê nexşerê amade kiribû.”

Dûbbîns qala kampanyaya ji bo Ocalan jî kir û got: “Em çûn serdana gelek sendîkayan û me qala kampanyayê kir. A niha 14 sendîka piştgiriyê didin vê kampanyayê. Konfederasyona me 6,5 milyon endamên wê hene û ji bo azadiya Ocalan peyamên zelal dabûn. Li pêş me gelek astengî hene lê gelek platform hene em vê tevgerê xurttir bikin.”

Dayika Xelef: Li dijî Erdogan dest bidin hev

Yek ji beşdarên Konferansa Kurd a li Parlamenta Ewropayê (PE) Sûad Mûstafa dayika siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef e. Sûad Mûstafa bang li jinan kir ku li dijî rejîma Erdogan dest bidin hev.

“Ev dijmin mirovahiyê nas nake. Niha bi milyonan Hevrîn hene. Li dijî vî faşîstî (Erdogan) serî hildan û wê hîn jî serî hildin. Banga min li tevahiya jinan e: dest bidin hev, bibin yek deng, li dijî Erdogan û yên destekê didin Erdogan bêjin, ‘Em hemû Hevrîn in, em ê li dijî te li ber xwe bidin, li girê Miştenûrê em Arîn Mîrkan in’.”

Hassan: Piştgiriyê bidin projeya me

Cîgira Hevserokên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Majdoleen Hasan destnîşan kir ku şoreşek ji bo bibe şoreş divê bibe şoreşa jinê û got, “Di şoreşa Rojava de jin di navendê de yee.” Hassan anî ziman ku li qadê karên mînak tên meşandin û ev bang li Yekîtiya Ewropayê kir: “Ji aliyê siyasî ve piştgiriyê bidin me, piştgiriyê bidin projeya me ya siyasî.”

Nûnera Kongreya Star a li Elmanyayê Hatîce Barakat jî ragihand ku ji Rojava gelek hevalên wan ji ber ku nekarîn vîzeye werbigirin tevlî konferansê nebûn. n BRUKSEL