Li Wanê bi erdheja 23'ê cotmehê ya bi pêla7,2 û erdheja 9'ê mijdarê ya bi pêla 5,6 re bi hezaran avahî hilweşiyan. Ji ber ku wêraniyek mezin li herêmê bû welatî neçar man ku xaniyên xwe vala bikin û di konan de bijîn. Ji ber ku Kizilayê pir hindik kon li welatiyan belav kirin, welatî bi derfetên xwe kon ava kirin. Welatiyên ku derfetên wan tune bûn û kon ava nekirin jî li derve man û dest bi koçê kirin. Serokwezîr, Serokomar û wêzîrên dewletê tev çûn Wan û Erdişê, derketin pêş kamerayan û gotin: "Em bi gelê xwe ne. Em pirsgirêkên wan çareser dikin. Em konan belav dikin." Herî dawî Serokwezîr Erdogan jî got "Wanê terk nekin em dê di demsala havînê de ji we re avahiyan çêkin" lê daxwaza "Bila Wan bibe herêma Karesatê" red kir. Hikûmeta ku got "Me persgirêka welatiyan a konan çareser kiriye"; ji 130 hezar serlêdanên ji bo konan, tenê daxwazên 30 hezar welatî hate bersivandin. Welatiyên ku kon wergirtin jî tenê konên demsala havînê wergirtin û 100 hezar mirovên din li derve man. Ji ber ku pêdivî û daxwazên welatiyan bi cih nehat, welatiyan bi derfetên xwe li dijî sir û serma, nexweşî û birçîbûnê kirin dest bi têkoşînê kirin. Zêdeyî 300 hezar mirov jî koçber bûn.
Serokwezîr Erdogan her tim rûyê dewletê yê bi hêz nîşan da mexdûriyeta welatiyan nedît. Piştgiriya ji dewletên derve hat asteng kir û rastî ji dewletên derve veşart. Piştî koçberiya mezin dest pê kir û nexweşiyan dest pê kir, hêdî hêdî bêtir rastiya dewleta bi hêz derket holê. Serokwezîr Erdogan ku her tim bi agahiyên şaş raya giştî û ya cîhanê agahdar kir niha jî ji bo van kêmasiyên xwe veşêre dest bi hewldanan dike. Erdogan ku piştî erdheja duyemîn hate Wanê li bendê bû ku li Navenda Krîzê ya Erdheja Wanê civînê pêk bîne, lê bêyî ku civînê pêk bîne bi lez û bez vegeriya Enqereyê. Li bendê bû ku Erdogan piştî erdheja 2'emîn daxuyaniyê bide. Lê piştî rastî bi çavê xwe dît daxuyanî neda û rastî bincil kir.
Dewleta ku alîkarî neda welatiyan û welatî li derve hişt, niha ji bo ku ser rastiya xwe bincil bike rêya çareseriyê ji derxistina welatiyan a dervê bajar dide. Dewleta ku xwe mezin nîşan dide û alîkariya dewletên derve paşve vedigerîne, li şûna ku konan bide welatiyan, avahiyan ji wan re ava bike û pirsgirêkên wan ên xwarin, tenduristî û pêdiviyên wan ên rojane çareser bike, hewl dide ku Wanê vala bike. Hikûmet û Walitiyê dest bi hewldana welatiyan li bajarên derve di tesîsên civakî û sporê de bi cih bike kir. Hate zanin ku piştî Walitiyê ev xebat da destpêkirin bi hezaran welatiyan serî li vê yekê da. Navenda Civakî û Midûriyeta Xizmetên Civakî ên Bajar dest bi qeydan kir. Her çend welatî nepejirînin jî ji ber ku altertatifa wan tune serlêdanan dikin û li ber deriyê Midûriyetê îzdîham çêdibe.
OMER ÇELÎK - DÎHA- WAN