Saziya Xizmetguzarî ya Gel a Xanesorê bi hevkariya gel xizmetên xwe dewam dike û niha ji bo gel pirsgirêka avê çareser dike. Her wiha Saziya Xizmetguzarî ya Gel a Xanesorê daxwaz ji gel kir ku bi wan re bibin alîkar û avê bîlasedem xerc nekin.

Saziya Xizmetguzarî ya Gel a Xanesorê bi zêdebûna vegera gel re bi derfetên xwe ji gel re xizmetê dike. Ji bo ku pirsgirêka avê li navçeya Xanesorê ya Şengalê bê çareserkirin, Saziya Xizmetguzarî ya Gel a Xanesorê ku girêdayî şaredariyê ye, ava ku ji Geliyê Kersê ji bo navçeyê tê, zêde dike. Karê ji bo zêdekirina avê dest pê kiriye.

Av têra gel nedikir

Endamê Şaredariya Gel a Xanesorê Xidir Silêman li ser mijarê axivî û got, “Ji bo ku pirsgirêka avê li Xanesorê çareser bibe, me wek şaredarî dest bi zêdekirina avê kiriye. Bi vegera gel re li Xanasorê av têra gel nedikir. Me jî pêwîst dît ku em avê ji bo gel dabîn bikin.”

Pêwîst neke avê xerc nekin

Xidir destnîşan kir ku tevî ku Şengal beşek ji Iraqê ye, lê Iraqê ji bo Şengalê ti xizmet nekiriye û wiha peyivî; “Em bi hevkariya gel kar didin meşandin. 4 sal di ser êrişa DAIŞ‘ê ya li dijî Şengalê re derbas bûn, lê bi taybetî hikûmeta Iraqê ji bo Şengalê çavê xwe girtiye û ji bo Şengalê xizmetê nake.”

Endamê Şaredariya Gel a Xanesorê Xidir Silêman, herî dawî bang li gel kir ku heger pêwîst neke avê xerc nekin û got; “Em kedê didin heta ku avê peyde dikin. Em hêvî dikin ku gel bi me re bibe alîkar û ava xwe biparêze, jii bo ku pirsgirêka avê çareser bibe.”

 

ŞENGAL / ROJNEWS