Ev 2 salin ku hêzên çekdar tevî hemû desteka welatên Ereb û Tirkiyeyê nikarin pişta rejîma Esad bidin erdê. Rûsya û Îran bi şêweyekî eşkere desteka eskerî didin Şamê. Rêxistina Hizbullah a Libnanê jî derbasî qada şer bûye û li derdora bajarê Humisê derbeyên giran li hêzên çekdar xistine. DYA rewşê ji nêz ve dişopîne û ferq dike ku hêzên radîkal yên girêdayî El Qaîdeyê her ku diçe xurtir dibin. Niha li gelek heremên bakurê Sûriyeyê ev hêz bûne desthilatdar û gel bi hizrên dijî DYA û Rojava perwerde dikin.
Di civîna Romayê de ku qaşo welatên dostên Sûriyeyê beşdar bûn, DYA biryar da ku ewê hêzên Afrtêşa Hur yên nerm li dijî rejîma Esad bi çek bike. Ev biryar jî 2 armancên xwe hene:
l DYA dixwaze hin hêzên eskerî bi xwe ve girêbide û wan li himberî hêzên radîkal yên girêdayî El Qaîdeyê bikar bîne.
l Ji van hêzên eskerî tê xwestin ku ew hemû çekên kîmawî yên rejîma Esad bigrin bi dest xwe û teslîmî hin hêzên pispor yên DYA'yê bikin.
Jixwe DYA dixwaze hebûnek wê jî li Şamê hebe. Ew dixwaze li himberî Îran û Hizbullahê bendekê ava bike û welatê Sûriyeyê dûrî hêza Şîian li heremê bike. Bi gotinek din divê Sûriyeyê bibe mîna Erebîstan Siûdî û Urdinê, yek ji hevkarên DYA'yê li herema Rojhilata Navîn.
Li meydanê komên çekdar li dijî Artêşa Esad şerê xwe berdewam dikin. Bi taybetî Cepha El Nasra ya girêdayî rêxsitina El Qaîdeyê hêza herî xurt û bi bandor e. Bi riya erebeyên bombebarkirî û çalakiyên întîharî, vê rêxistinê dikarîbû derbeyên mezin li rejîma Esed bixistana. Niha bajarê Reqayê jî girtî ye dest xwe û li wir bi sedan eskerên artêşa Esad yên xwe radest kiribûn kuştin. Her wiha muzeya bajêr hemû da ber agir û peyker û tablo şewitandin, ji ber ku ev hûner 'li dijî îslamê' ye!
DYA hewl dide hêza El Qaîdeyê li Sûriyeyê têk bibe û hêzek eskerî li himberî wê ava bike, lê divê ev hêz bi wê re hevkar be. Lê em dizanin ku Cepha El Nasra wê bi hêsanî vê yekê qebûl neke. Dê di ber xwe bide û li dijî her hêzekê derkeve, ku bi DYA û Rojava re hevkar be.
Jixwe vê dawiyê û ji bo çekên kîmyewî yên rejîma Esed nekevin destê rêxsitinên radîkal, tedbîrên cidî ji aliyê DYA û Îsraîlê hatin standin. Bi gotinek din mayîna van çekdan di destê rejîma Esad de ji bo DYA û Îsraîlê ne xem e, lê eger rêxsitinên radîkal yên muxalefetê dest deyinin ser van çekan, ev wê ji bo ewlekariya Îsraîlê bibe tahlûke. Beriya demekê hat eşkerekirin ku hêzêk komando ya NATO'yê li Urdunê ji bo mudaxeleyeke lezgîn li Sûriyeyê de bike, eger hat û rejîm bi awayekî suprîz ket, perwerdê dibîne. Ev hêza komando wê mudaxeleyek eskerî bike da nehêle ev çekên pêşketî bikevin destê hêzên radîkal.
Ji bo DYA li Rojhilata Navîn 3 tişt girîng û stratêjîk in:
l Ewlekariya dewleta Îsraîlê; -Hilberîna petrolê; -Têkçûna rêxsitinên îslamî yên radîkal.
Wisa xuyaye ku Sûriyeyê bûye yek ji qadên navnetewî yên ku rêxistina El Qaîde li wir aktîv û xwedî gotin e.
Di vê dema dawî de û piştî hêza El-Qaîdeyê li Sûriyeyê xurt bû û pîlanên komkujiyan li dijî Elewî û Şîiyan derketin rojevê, hêzên şîi li heremê bi taybet Îran û rêxsitina Hizbullah a Libnanê bi awayekî eşkere desteka eskerî dan rejîma Esad. Tê gotin ku rêxsitina Hizbullah bi qasî 5000 milîsên xwe xistîye dewrê da ku li herema Humisê li dijî komên çekdar ên girêdayî Artêşa Hur têbikoşin. Îranê jî lez daye siyaseta piştgirtiya Esad. Ev yek bi taybet piştî kuştina yek ji rayedarê Îranî ji aliyê hêzên muxalefeta çekdar zêdetir berz bû.
Li gorî agahiyan niha bi hezaran çekdarên şîi ziyaret û mezelên simbolên Şîiyane yên mîna Ahel El Bayet li Şamê û hin heremên din ên Sûriyeyê diparêzin.
Li Sûriyeyê şerekî mezhebî heye. Ev şer ketiye astek heremî û navnetewî. Wiha xuya dike ku ev şer dê çend salên din jî bajo. Eger formek çareseriyê were dîtin jî, dê hêzên girêdayî El Qaîde qebûl nekin û şerê xwe dewam bikin.
Ji bo Kurdan divê hêza parastinê YPG were xurtkirin. Divê heremên rojava werin parastin û hevkarî bi Ereb û Xirstiyanan xurtir bibe. Ew jî beşdarî kar û barê rêvibiryê bibin. Divê Desteya Bilind a Kurd jî were xurtkirin.
Heremên Rojava dê rastî êrîşên cûr bi cûr werin. Divê Kurd li vî beşê Kurdistanê tu carî qels neyên xuyakirin.
Çareseriya siyasî rê li pêşiya El Qaîdeyê nagire!
Hevdîtinên vê dawiyê yên di navbera Rûsiya û DYA'yê yên derbarê Sûriyeyê de gelek tiştên nû bi xwe re tînin. Ji van hevdîtinan diyar dibe ku lihevkirinek heye. Zêdetir DYA helwesta xwe li himberî pirsgrêka li Sûriyeyê nerm kirî ye. Bi wergitina Georg Kerry posta wezareta karê derve, DYA zextên xwe li ser muxalefeta çekdar zêde kir û li himberî siyaseta Rûsyayê ya ku destekê dide Esed, gav bi paş ve avêt. Ji pêwendiyên di navbera Washington û Moskovayê de diyar bû ku her 2 alî jî tercîha çareseriyek siyasî dikin.