Rêveberiya Partiya Komala Îslamî pêr li bajarê Silêmaniyeyê li ser nexşerêya xwe ya ji niha û pê ve li hev civiya û biryara man an jî nemana li nava hikûmetê ji serokatiya partiyê re hişt.

Endamê Meclîsa Serokatiya Komala Îslamî Şivan Raber got: “Civîna me ev mijar xist rojeva xwe û nîqaş kir. Di civîna me de du nêrînên cuda derketin holê” û axaftina xwe wiha dewam kir: “Beşek jê dibêje, ku vekişîna ji nava hikûmetê wê baş be, lê vê mijarê hê zû dibîne. Beşek jî destnîşan dike, ku pêwîst e di vê demê de vekişîn ji hikûmeta herêmê bê kirin. Ev yek weke nêrînekê hatin bilêvkirin, lê biryar li ser nehat dayîn. Ev yek wê di rêveberiya serokatiya Komala de bê nîqaşkirin û dûre biryar li ser bê dayîn.”


Baweriya gel bi van civînan nemaye

Yekgirtû Îslamî jî ku da xuyakirin ew ê tevlî civîna partiyên siyasî yên nava hikûmetê nebe, ev biryara xwe bi gotina “em ê tevlî civînên bê encam nebin” rave kir. Parlamenterê Yekgirtû Îslamî Ebûbekir Omer da zanîn, ku ev saleke partiyên siyasî li hev dicivin, lê belê çareserî ji pirsgirêkan re nedîtine û wiha peyivî: “Baweriya gel a bi van civînan nemaye. Pêwîste ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel gavên berbiçav werin avêtin û gava destêkê jî dayîna mûçeyan e. Divê hikûmet pêşî li nelirêtiyê û dayîna mûçeyên zêde ji hin kesan re bigire. Me biryar dan ku heta ev neyê kirin tevlî civînên bê encam nebin.”


SILÊMANÎ