
Doh bi munasebeta Çarşemê Sor li Kampa Penaberan a Aştî ku ser bi bajarokê Erbet ê Silêmaniyê ye, Kurdên Êzîdî ve hat pîroz kirin. Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK) pêşengî ji pîrozbahiyan re kir û bi dehan xelkê kampê û şandeyeke Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê jî beşdarî merasîma pîrozbahiyê bûn.
Ji şêniyên wargeha Aştî Ebdal Şîlo hem kêfxweşiya xwe ya ji cejnê îfade kir, li aliyê din ferman 74´an bi bîr anî û got, "Ji ber ku heta niha jî gelek xwîşk û birayên me di desetê çeteyên DAIŞ’ê de ne, em vê cejnê bi dilekî xemgîn pîroz dikin." Şîlo bi hêviya vegera Şengalê û rizgarkirina tevahiya Şengalê û Êzîdiyan got, "Em heta hebin, hurmetê ji hêzên HPG û YPG’ê re digirin. Pêwîst e êdî Kurd nakokiyên di nava xwe de bidin aliyekî. Tenê bi yekîtiyê Kurd dikarin li hember DAIŞ’ê bisekinin."
Endama Desteya Rêveber a RJAK’ê Perwîn Hesen jî der barê lidarxistina merasîma Çarşema Sor de got, ji bo rizgarkirina jin û zarokên Êzidî yên di destê DAIŞ’ê de çi bikeve ser milê wan, ew ê bikin.
Hevseroka Tevgera Azadî ya herêma Silêmaniyê Mamosta Ronak Mecîd jî Çarşema Sor li hemû gelê Kurd û xelkê Êzîdî pîroz kir û got: “Ya di vê demê de dikeve ser milê Kurdan ew e ku yekîtiya xwe li hemberî dijmin biparêzin. Bi vî awayî Kurd wê bikarin bi neyarên xwe re şer bikin."
SILÊMANÎ
Çarşema sor roja vejînê ye
Çarşema serê Nîsanê ango Çarşema Sor ji bo Kurdên Êzîdî cejneke pîroz e. Pîrên Êzîdiyan dibêjin navê Çarşema Sor ji kulîlkên xecxecokê yên sor tê.
Di mîtoljiya Êzîdiyan de jî tê gotin ku gerdûn tarî û mij bû, li ser goga zemînê qatek qira hebû, Xweda Tawisê Melek roja çarşemê şand ser erdê da ku ava bike û jiyanê tê de biafirîne.
Vê rojê Êzîdî serê sibê diçin serdana goristanan. Li ser goran şêranî, hêkên hatine boyaxkirin û mêwe li zarok û mezinan tên belavkirin. Paşê serdana malên xizman tê kirin. Jin jî diçin zozanan û gulên Xecxecokê diçinin û li ser deriyan û dîwanan datînin. Gul bi heriyê li ser dîwaran tê rawestandin û qaşilên hêkan li ser wan têne reşandin. Hêk jî tên boyaxkirin ku rengê wan temsîla rengê gul û kulîlkan e ku bi hatina Melekê Tawis vebûn. Yanî rengê buharê ye. Lîstika hêkçikanê jî ji lîstikên cejnê ye.
Wekî din vê rojê hevîrekî taybet tê amade kirin û li cîran bi dîn û qewmê xwe kî dibe bila be, li wan tê belavkirin. ji adetên kevin ên cejnê ye ku roja cejnê welatî erdê dikolin û axê li hev dixin. Ev yek ji ber ku di vê demê de hemû berhemên gul, çîçek û cûreyên din ên şînahiyan şîn dibin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Çarşema Sor pîroz kirin
Kongreya Civaka Demokratîk li Ewropayê (KCD-E) û hevberdevkên Kongreya Demokratrîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Ertûgrûl Kurkçu cejna Çarşema Sor pîroz kir.
Komîteya Baweriyan a KCD-E´yê di peyama xwe de got, "Çarşema Sor; yek ji nirxên qedîm e ku jiyan, ruh, bawerî û nirxên çandî yên civaka Êzîdî li ser piyan girtiye. Ev yek, mezintirîn nirxê fêra çandî ya baweriya Êzîdiyan e. Pîrozkirina vê rojê israra azadî û hebûna xwe ye."
Hevberdevkên Kongreya Demokratrîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Ertûgrûl Kurkçu jî got, "Îsal jî civaka Êzidî ya li çiyayê Şengalê vê roja pîroz bi xemgînî pêşwazî dike. Em hêvîdar in Çarşema Sor wê bibe wesîleya rizgariya jin û zarokê di destê çeteyên DAIŞ'ê de, azadbûna hemû Êzîdiyan û vegera li xaka xwe ya bi hezaran Êzîdiyên ji ber vê hovîtiyê koçber bûne."
NAVENDA NÛÇEYAN