
KCK’ê cejna Êzîdiyan Çarşema Sor ku li gorî salnameya berê di çarşema yekemîn ya meha Nîsanê de tê pîrozkirin, pîroz kir û di peyama xwe de wiha got: “Em cejna Çarşema Sor li hemû Êzîdiyan pîroz dikin. Hêviya me ewe ku ev roja pîroz li Kurdistanê di navbera hemû mezheban de bibe wesîleya aştî, biratî û piştevaniyeke bi hêz. Ji sedsalane, Çarşema Sor tê pîrozkirin û ev roj wek roja hatina biharê û roja vejîna Melekê Tawûs tê qebûlkirin. Di heman demê de rojeke girîng ya yekitiya gelên Êzîdiyane.
Kurdên Êzîdî ligel hemû astengiyan baweriya Çarşema Sor, çanda û nasnameya xwe bi bedelên mezin heta roja îro aniye. Bê gûman rola tevgera azadiya Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di vê de mezine.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku: “Îro li Kurdistanê pêvajoya nû ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, di heman demê de ji bo gelê me yê Êzîdî jî pêvajoyeke stratejîke. Li Kurdistaneke ku nasname, bawerî û nêrîn xwe bi awayekî azad îfade bikin, divê gelê me yê Êzîdî jî berpirsyariyên xwe bîne cih. Di vê pêvajoyê de wek hemû gelê Kurdistanê, divê gelê me yê Êzîdî jî peywira xwe bîn ecih. Li ser vî bingehî em careke din cejna wan pîroz dikin.”
Ji Komîteya Baweriyan pîrozbahî
Komîteya Kêmar û Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya cejna ‘Çarşema Sor’ ku Kurdên Êzîdî ligorî salnameya berê her sal di meha nîsanê çarşema yekemîn de pîroz dikir, peyamek weşand. Komîteyê da zanîn ku ew Çarşema Sor li hemû gelê Kurd pîroz dikin.
Komîteyê di peyama ku bi îfadeya ‘Gelê me yê Welatparêz yê Êzîdî’ dest pê kir, de diyar kir ku ew Çarşema Sor di serî de ligelê Êzîdî û gelê Kurd pîroz dikin.
Peyama KCK’ê wiha ye: “Divê pêvajoya ku geşedanên dîrokî li Kurdistan û Rojhilata Navîn de pêk tên, cejna Çarşema Sor tê pîrozkirin. Di çanda Êzîdiyan de Çarşema Sor hem destpêka saleke nû û hem jî îfadeya vejîna nû ye. Bila ev cejn bibe wesîleya aştî û biratiyê.”
KNK: Tevî êrîşan jî çanda Kurdî parastin
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke nivîskî cejna Êzîdiyan a Çarema Sor pîroz kir û got: “Em weke KNK'ê, cejna Çarşemba Sor li civaka Êzîdî û tevahiya gelê Kurd pîroz dikin.”
Daxuyaniya KNK’ê wiha ye: “Cejna Çarşemba Sor, di aliyê dîrokî, civakî û jiyana bi rûmet ya aştiyane de roleke erênî lîstiye. Cejna Çarşemba Sor, di heman dmeê de xwedî kevneşopiyek çandî û civakî ya gelê Kurd e. Di vê qonaxê dîrokî de, wateya cejna Çarşemba Sor ya olî, civakî û dîrokî, xwedî derketina li cihûwarên bavûkalan li me teva ferz dike. Di têkoşîna gelê Kurd ya şoreşgerî de, mîna her baskê civakê, civata Êzîdî jî rola xwe list û hêz da Haraketa Azadiya Kurd. Lê, ji bo gighiştina armanca meizn, pêdivî bi têkoşîna şoreşgerî heye."
Di peyamê de zext û zora li ser Êzîdiyan jî hatin bibîrxistin û wiha hate gotin: "Civaka Êzîdî, di tevahiya dîrokê de rastî gelek êrîş û qirkirinan hat. Li hemberî hewqas êrîşên mezin û koçberiyan jî, nirx û pîroziyên xwe parastine. Cejna Çarşemba Sor jî, li gorî wateya xwe ya afirgerî û destpêka jiyana nû de, di berxwedanê de bûye sitûnek bingehîn. Di pêşketin û rêkûpêkiya civakî de roleke mezin jî lîstiye. Bûye xeleka dostanî, hevkarî, aşîtî, biratî û jiyana hevreyî ye dilsoz.
Ev teva encama têkoşîna gelê Kurd e û div ê têkoşînê de civaka Êzîdî jî rol û misyona xwe lîstiye. Bi hêviya ku civaka Êzîdî, di salên werê de, cejna Çarşemba Sor li ser xaka Kurdistanê, li cih û warên bavûkalan pîroz bike. Di vê çarçovê de, em cejna Çarşemba Sor li civaka Êzîdî û tevahiya gelê Kurd pîroz dikin.”
KONGRA GEL: Bila bibe wesîleya aştiyê
Serokê KONGRA GEL Remzî Kartal ji bo cejna Êzîdiyan a Çarşema Sor a serê nîsanê peyamek weşand û pîroz kir. Kartal di peyama xwe de got: “Cejna Çarşema Sor, cejna ji nû ve zîndebûn û geşbûna xwezayê ye, cejna destpêka sala nû ye. Ev cejn hezaran salane li Kurdistan ê, ji alê civaka Êzîdî ve, bi awayekî girseyî, weke cejna despêka jiyanek nû tê pîrozkirin.”
Remzî Kartal got: “Cejn rojên aştî, azadî û dilxweşiyê ne” û wiha domand: “Em hêvî dikin ku ev cejn jî, li welatê me, bibe bingeha aştî, azadî û dilxweşiya civakî. Ez bawer dikim ku gelê me, wê li ser vê bingehê cejna Çarşema Sor yê pîroz bikin.
Bi vê munesebetê ez Cejna Çarşema Sor, sêrîde mîr, pîr, şêx û feqîrên Laleşê, li Civaka Êzîdî û hemî Gelê Kurdistanê pîroz dikim, aştî, azadî û dilxweşiyê dixwazin.”
BEHDÎNAN/BRUKSEL
Ji nû ve zindîbûna xwezayê Çarşema Sor
Cejna Çarşema Sor ku yek ji cejnên herî girîng a welatiyên Êzidî ye, îro tê pîrozkirin. Li Rojavayê Kurdistanê jî wê bi bernameyên cuda Çarşema Sor were pîrozkirin. Îro Cejna Çarşema Sor e. Wekî Êzidiyên çar aliyên cîhanê li Rojavayê Kurdistanê jî welatiyên Êzidî xwe ji bo pîrozbahiyê amade kirine.
Çarşema Sor ku di baweriya Êzidiyan de cihekî gelekî girîng digire, li gorî hesaban her sal roja çarşemê ya piştî 13’ê Nîsanê tê pîrozkirin. Li gorî hesaba kevin ev dîrok dibe 1’ê mehê. Lewre Çarşema Sor wekî Çarşema Serê Nîsanê jî tê zanîn.
Li gorî baweriya Êzidiyan di meha Nîsanê de hemû bedewiyên xwezayê tên cem hev, li Mezopotamyayê jî şertên zor ên zivistanê xilas dibin û şertên jiyanê yên ji aliyê xwezayê ve hatine afirandin, hêsan dibin, lewre jî hemû kes ji jiyanê hez dike. Ji ber vê yekê jî Êzidî meha Nîsanê wekî bûka salê dibînin û tu caran di meha Nîsanê de dawetan nakin.
Cîhan di vê rojê de hatiye afirandin
Li gorî baweriya Êzidiyan, cîhan di vê rojê de hatiye çêkirin. Li gorî baweriyê, gerdun berê tenê ji avê pêk dihat, Yezdan jî qasidê xwe Melekê Tawus şand ser ruyê erdê û li çar aliyan geriya. Di encama lêgerînê de jî cihê Laleşa Nuranî tespît dike û ji vir havênê cîhanê tê çêkirin.
Derbarê mijarê de di “Qewlê afirandina cîhanê” ku ji bo Çarşema Sor tê xwendin de, wiha tê gotin:
Padşahê min li merkebê siware
Gerîya lê herçar yarê (herçar alîyê cihanê)
Li Laleşê sekinî û got evder heq ware
Padşahê min got heq war û sekinî
Havên avêta bahrê bahr meyînî
Duxanek lê diçinî
Ji wê duxanê çarde tebeqê erd û ezman di nijinî
Wateya rengê sor
Li gorî baweriyê, piştî mehînandina cîhanê, di heman rojê de, li cîhanê jiyan hatiye afirandin, 4 demsal hatine avakirin û her demsalekê rengekî xwe heye, rengê demsala biharê jî sor e. Rengê sor wekî rengê jiyanê tê zanîn. Wateya navê Çarşema Sor jî ji vê derê tê. Di baweriya Êzidiyan de di Çarşemo Sor de rijandina xwînê guneh e û bi tu awayî zindiyek nayê kuştin. Hemû zindî xwedî mafê jiyanê ne û bi tu awayî nayên qurbankirin. Di cejnê de beramberî 12 mehan 12 hêk bi rengê sor têne boyaxkirin. Xwarinên vê rojê jî hêk, penîrê nû û kulîçe ye.
Sûc têne efûkirin
Ji ber ku Çarşema Sor rojek pîroz e, di vê rojê de sucên mirinê jî têne efûkirin, her wiha li şûna nefretê aştî û biratî serwer dike. Derbarê mijarê de di Qewlê afirandina cîhanê de wiha tê gotin:
Çarşema serê Nîsanê
Hat mizgînîya îmanê
Şêxalê şemsa berdan ji zîndanê
Şêxalê şemsa kerem kir
Hate Dîwanê
Di cejnê de welatiyên Êzidî, diçin ser goristanan, her wiha derdikevin nava xwezayê û seyranê dikin, bi xwarinên ku amade kirine keyfxweşiya xwe tînin ziman. Her wiha kom bi kom diçin mala mîrek û şêxan.
Êzidiyên li Rojavayê Kurdistanê jî, ji cejna Çarşema Sor xwe amade kirine. Di vê çarçoveyê de wê sibe li bajarên Efrîn, Amudê, Tirbesipiyê û Hesekê pîrozbahî bêne lidarxistin. Di vê çarçoveyê de wê goristan bêne ziyaretkirin. Welatî dê biçin serdana hevudin û şahî bêne lidarxistin.
ANHA/TIRBESPIYÊ-EFRÎN
Weşana ji Lalişê astengkirin
Weşana zindî ku Çira TV dixwest bi munasebeta cejna Êzîdiyan Çarşema Sor ji Lalişê bike, ji aliyê rayedarên başûrê Kurdistanê ve hate astengkirin. Têkildarî mijarê rêveberiya Çira TV daxuyaniyek da û helwesta li dij cejna wan û weşan wan hatiye nîşandan şermezar irin.
Rêveberiya Çira TV têkildarî mijarê ev peyam da: "Ev helwesta qedexekar nayê qebûlkirin. Weke rêveberiya televîzyonê û civaka Êzîdiyan ku dixwest rê û rismên xwe zindî temaşe bikin, em li bende îzahkirina vê rewşê ne. Kesên pêwendîdar divê bidin zanîn, ku çima hemû televîzyonên netewî û navnetewî dikarin rê û rismên ola me tomar bikin û biweşînin, lê belê em televîzyona Êzdiyan bi xwe nikarin vê yekê bikin. Navxwe emê neçar bimînin ku daxuyaniyeke din belav bikin û vê rewşê bi zimanekî din binirxînin. Ji ber ku me soz dabû û em nikarin soza xwe ya weşana zindî ji Lalişê bi cîh bînin, em lêborîna xwe ji gelê xwe dixwazin. Lê belê weke me berê dabû xuyakirin, 1. Festîvala Çarşema Sor wê awayekî zindî were weşandin. Ti hêz wê nikaribe pêşî li xebata me ya ji bo gelê me bigire.
FRANKFURT