
Koordînasyona Civaka Demoratîk a Êzîdiyan, Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzîdiyan (NAV-YEK), Kongra Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Navenda Civaka Demokratîk (NAV-DEM) bi peyamên weşandin Çarşema Sor pîroz kirin û banga yekîtî û têkoşînê li Êzîdiyan kirin.
Koordînasyona Civaka Demoratîk a Êzîdiyan ji bo cejna Çarşema Sor daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyaniya koordînasyonê wiha ye: "Di serî de em Cejna Çarşema Sor li gelê Êzîdî û mirovahiyê pîroz dikin. Em bang li Êzîdiyên cîhanê dikin yekîtiya xwe ava bikin, tifaqa xwe çêbikin, dengê xwe bidin Şengalê, Şengalê ava bikin, xwedî derketina Şengalê, xwedî derketina hebûna xwe ye. Em vê cejnê li tevahiya gelê Êzîdî, Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, gelê Kurd, mirovahiyê, pêkhateyên herêma Nînova, Mala Mîran, Bavê Şêx, Meclîsa Ruhanî û Êzîdiyanên her aliyê cîhanê pîroz dikin. Hêvî û daxwazên em ev cejn bibe cejna Xwesertiya Şengalê, vegera ser axa Êzîdxanê, hemû dayik û keçên me yê dîl girtî ji destê çeteyan rizgar bibin. "
Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzîdiyan (NAV-YEK) Cejna Çarşema Sor pîroz kir a ku ji dîroka qedîm û vir ve wekî sersala Kurdî tê dîtin.
KNK’ê bi daxuyaniyekê Cejna Çarşema Sor pîroz kir û got, "Hêviya me ew e ku cejin, li gorî wate, nirx û pîroziyên dîrokî, dînî û civakî bandora xwe bike û bibe bingeha aştiyek mayînde ya nava civak û gelan. Bi azadî û bextewarî pîrozkirina cejnên me jî, bi serketina me ve girêdayî ye. Wateya Cejna Çarşema Sor jî, vê berpirsiyarî û baweriyê ji me dixwaze. Bi vê hêvî û daxwazê, em weke KNK, cejna Çarşema Sor li civaka Êzîdî, gelê Kurd û tevahiya gelên li herêmê pîroz dikin."
Navenda Civaka Demokratîk (NAV-DEM) bi daxuyaniyeke niviskî Cejna Çarşema Sor pîroz kir û got, “Em ne tenê di vê baweriyê de ne, na em dizanin ku Kurdên Êzîdî li hemberî lîstikan û perçekirina Kurdan her dem hişyar in û nahêlin yekîtiya gelê Kurd were binpêkirin. Em bi daxwaz in ev Cejna Çarşema Sor a 2017'an li welatê me bibe bingeha aştiyeke civakî, azadî û kêfxweşiyê. Em weke NAV-DEM'ê Cejna Çarşema Sor di serî de li Kurdên Êzîdî û li tevahiya gelê Kurd û mirovahiyê pîroz dikin."
NAVENDA NÛÇEYAN