Di pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor de hevserokê Federasyona Komeleyên Kurdên Êzîdî, Yilmaz Gunay derbarê pîrozbahiyê û girîngiya çanda Cejna Çarşema Sor got, “Çarşema Sor an jî bi navên din ku wek cejna serê salê, bûka salê û Cejna Tawisê Melek jî tê binavkirin di çand, bîr û baweriya Êzîdîtiyê de xwedî cihekî pirr girîng e. Wek Federasyona Komeleyên Kurdên Êzîdi, em jî li paytext Berlînê bi wacibên xwe rabûn.”
Gunay di dawiya axaftina xwe de peyamek jî da:“Gereke hemû civaka me ya Êzîdî ya li derveyî welat li nirxên xwe, li dîn, çand û nasnameya xwe xwedî derkevin, kes nayê rêveberiyê ji me re nake, tifaqê ji bo me çênake, divê em bi xwe yekîtiya xwe saz bikin, rêveberiyê ji xwe re bikin, li têkoşîna Şingalê xwedî derkevin, wisa jî divê em derfetan biafirînin ku kesên koçberbûyî careke din li axa xwe, li axa bav û kalan vegerin.”
Di cejnê de serokê Koordînasyona Meclîsên Gundên Êzîdiyên Bakurê Kurdistanê Li Ewropa Azîz Alkiş jî li ser wate û girîngiya cejna Êzîdiyan, Çarşema Sor wiha axivî: “Li gorî baweriya civaka Ezîdî ku kesên xwedaperest û rojperest in, li gorî mîtolojî û baweriya Êzîdiyan roja afirandina cîhanê ye, peydabûna xêr û bereketa axê ye, roja lihevkirin û aştiyê ye.”
Di şahiya cejna Çarşema Sor de li ser navê Meclîsa Jinan a Berlînê DEST-DAN´ê jî Safiye Erol axivî û bal kişand ser tehdîta li çar aliyên Kurdistanê û got, helbet herî zêde Kurdên Êzîdî bi xeter û komkujiyan re rûbirû ne, divê em ji hemû deman bêtir li dora rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan kom bibin û têkoşîna xwe dewam bikin. Axaftina Erol bênavber bi drûşma Bijî Serok Apo hat pêşwazîkirin.Di şahiyê de herwisa hunermendên wek; îbrahim Kurdî, Bêrîvana Çiya, Egît Seydo û gelek hunermendên herêmî jî beşdar bûn.
Di pîrozbahiyê de kesayet û nûnerên ji sazî û rêxistinên wek NAVDEM, PYD, Civaka Îslamiya Kurdistanê, Meclisa Jinan DEST-DAN, Meclisa Jinên Êzîdî û Federasyona Komeleyên Êzîdiyan jî beşdar bûn û peyamên pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor xwendin.
YEKO ARDIL/BERLIN