
Cejna Çarşema Sor a Êzidiyan, li Aachen û Bîelefeld ê Elmanyayê hate pîroz kirin.
Pîrozbahiya li Aachenê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê a Denîz Firat ve hate organîzekirin. Di pîrozbahiyê de ku li Parka Haaren Alter Frîedhofê de, tevî bawermendên Êzidî gelek Kurdistanî amade bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, endamê Meclîsa Gundê Bica Fîkrî Akbûlût axivî û berxwedana li zindanan silav kir.
Akbûlût diyar kir, bi hatina biharê re xweza ji nû ve şîn dibe û got, "Derfetê dide ku her tişt xwe ji nû ve bafirîne. Ji ber vê yekê Cejna Çarşema Sor ji bo mirovan jî ji nû ve vejîn e. Yek ji cejnên herî bedew û parveker ên baweriya Êzidiyan e. Yên ji hev xeyidîne divê îro li hev bên, xwe ji kîn û nefretê vegirin. Hêvîdar im wê yekîtiya gelê Kurd pêk were û têkoşîna azadiyê teqez bi ser bikeve. Çarşema Sor li we hemûyan pîroz be."
Li Bîelefeldê banga yekîtiyê hate kirin
Li Bîelefeld a Elmanyayê Kurdên Elevî û Musilman jî beşdarî pîrozbahiya cejna Çarşema Sor bûn. Pîrozbahî ji aliyê Naveda Çanda Demokratîk a Bîelfeldê ve hate organîze kirin. Di pîrozbahiya ku Qewl hatin xwendin de jinên Êzîdî bi cilên xwe yên gelerî beşdar bûn. Li ser navê Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzîdî (NAV-YEK)’ê Bahar Sansar axifî û li ser wateya Çarşema Sor rawestiya. Sansar Çarşema Sor li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd, gerîla û berxwedêrên Şengalê pîroz kir.
Di pîrozbahiyê Xelef Koyun ê li ser navê Navenda Çanda Demokratîk a Bîelefeldê axifî bal kişande ser bêtifaqiya Êzîdiyan rawestiya û banga rêxistinbûyîn û yekîtiyê kir. Dergeha Elewiyan OWL û Meclîsa Ciwanên Êzîdî jî peyamên pîrozbahiyê şandin. Pîrozbahî bi govendê bidawî bû.
AACHEN /BÎELEFELD