Jiyan li cihanê diyardeya herî pîroz û bi raz e. Hêviya stran, laweje û îşveyan e. Dayîna giyana gerdûnê ya xwedanê her heyî û zindiyan e. Dema mirov lê vegere, dibîne ku ew vedana pelgên riwêkan, pelqijîna kulîlkan, bi rengarengê hestmestkar deşt û çiyan dixemilîne, bêhna ji wan xweşiyan difûre, karik û berxikên bi zarokan re didin çindikan, tev de delalî, nazenî û coşiya jiyanê ne. Ma ev diyardaya ji hêza lêhatina gerdûn û xwezayê bê pîrozbahî dibe?
Pêkhatina gerdûnê di nava her gel û ramanwerên cihanê de bi gengeşiya şiroveyên cûda û dilsotî, hê jî çîrokeke domdar û bê encam e. Dema mirov derkeve geşteke vê gengeşiyê, dibîne ku wek mînak; Almanan gotine „Urknal.“ Yarsaniyên me gotina bav û Kalên Kurdan „kunar vekunar„ bikaranîne. Cihan jî çîkek ji wê Kunarê bû, di destpêkê de her kunekun di xwe de dikeliya û diteqiya. Di wê pêvajoya pêkhatina wek zayînê dijwar û bi êş de cihan tenê dojeh bû. Arguran, ango çiyayên agirî agir û xulav vedirişiyan, cihanê ti jiyan nedihewand, her tişt dişewitand. Teşeyên zinarîn ên gerdûnê mîna eyvanê cihanê ji bo jiyanê bimeyîne, bi şirîna baranê re direşiya ser cihanê. Hê jî kes nizane, gelo li çengekî gerdûnê warekî ji bo jiyanê hebû, jiyan bi wan zinaran re hat, yan jiyan bê war bû?
Dema jiyana herî têgîhîştî, vejîna xwe di teşeyê mirovbûnê de gihand rastiyê û hebûnê, ket nava lêgerîneke bê tewat û bê rawestan, daku bingehê xwe, ware Durrê û Aşa yê jê hatî, bizane: Gelo ew tenê giyan e, yan hebûna qam û teşeyê zindiyan çavkaniya giyan û hişmendiyê ye? Nebe giyan her û her di çerx û feleka rêinkarnasyonê de zindî be! Tev de pirs, pirsên bê bersiv, bê rawestan her û her pêşkalê hişmendiya zindiyan bû.
Bi payizê re dema giyan melûl dibe, beşeke jê dikeve xeweke direj di bin zema zimag, sarehişkiya zemzilkên wek şûr û zemheriya zemistanê (Zivistan) de, di bin sar û seqemê, berf û cemedê de ditevize, wek nîşanên dojeh û têkçûnê hate dîtin. Hêvî bi dagera rojê ve hate girêdan. Kurdan ji van rojên dijwar e re, Çile I, II û Gijûk gotin. Hêvîya nûvejînê bi yekê meha Ferwerdînê (Newrozê) re pelqijî, bû dilan û mîhrîcana vejînê, dema gulvedana zamawenda jiyanê. Kêliya ken û tirîjên rojê giyan da xakê, jiyan bi hêvîyê re rabû dîlana rengên xwezayê, êdî seyran e, mîna bilqikên kenê zarokan, wek encama nûvejîna jiyanê, radibe dilanê. Kurdan navê wê danîn Çarşemiya Sor, kirin gul û bûka dilana werzên cihanê.
Baweriyan; ev xemla gera xweza û cihanê li gor têgihîştinên xwe şirovekirin û daxistin meydanê, daku bawermendan vexwînîn ser angaşta rêberên xwe yên ruhanî. Xiristiyanan jê re „Zadik, ... û Ostern“ gotin. Mîthrahîyan „Çarşemiya Sor“. Ti kes ji rengê jiyanê dûr neket, ew bi kulîk û hêkên sor pîroz remzandin. Li ba Kurdan rengê jiyanê li hev piçîkî bû basimbar, hêlî da li ser zendan, li stûn û pîroziyan.
Bi Newrozê re meha Ferwerdînê pîhnekê li tengala meha Gijûkê dide, ji dest distîne ala dewranê û hima roja yekem li dor agirê remza rojê destmala salê werdigire, geş dike dîlana jiyanê. hetanê roja Çarşemiya Sor, dixemilîne çiya û banî, der û dor, bi şanaziyeke bextewar radestê Avrêle dike ku ew jî wê alê bigihîne Gulanê. Ev e rastiya jiyanê.
Bûka salê Ferwerdîn, gelek şanaz nazenîn e, naxwaze li ser xwe re tu zamawend û dîlane. Ji ber ku dor dora rengê xweza û vejînê ye. Divê evîna mirov bijî li heyva Gulane hevgîna evîne. Di vê mehê de zamawend ne erkek mirovîn e, tenê ji bo xweza û jîn e.
Jiyan çawa ji xaka Kurdistan dipijiqe, di neynikê de rastiya dîroka xwe û bi aliyê bêbext, reşahî û xwînxwaran ve dorpeçkirina xwe wek êşekê radibihîse û dike hawar! Dibêje: „Kane rastiya min a bi hezaran salan, a ku li ser vê xaka pîroz ketibû govenda serweriya bextewariye?“ Piştê axînên kûr û dûr her û her dinalê: „Ev sextekarên reşênşevê, ev roviyên çolistanê kî ne, li xaka min a pîroz hêwirîne?“ Û dinale, ji ber birînên sedan salan! Edî ew coşa zamawenda jiyanê ku divîbû roja Çarşemiya Sor derketa lûtkeya zevenga şahiyê jî, stûxwar dimîne.
Ma di vê rewşa jiyan li ser xaka min a pîroz di nava deryaça rondikan de li ber xeniqandinê ye, dem ji pirozbahî û hêviyan, ji nû ve pelqijîna bilqikên kenên jiyanê re maye? Bendewariya wê azadiya bi coşa serweriya xwe rabûna dîlanê stû li me şikandiye. Divê em êdî bi pêlên agri re rabin, em bi çiyayên agirî re lehiya agir verêşin, em wan teşeyên rûreşiya hebûn û jiyanê ji vê xaka pîroz biqewitînin, daku jiyan bi zamawend û dîlan be! Daku ew gurara ji serîhildana Newrozê gihîştiye Çarşemiya Sor cardin bi hêviyên berê Mîladê re rabe dîlanê, rengê basimbaran li ezmanê welêt xwe biguhezîne bûka baranê.