Ji daxuyaniyên ku hatin dayin diyar dibe ku Carter ji bo dilê rayedarên Tirk xweş bike li Enqerê ye. Carter di hevdîtnên xwe yê doh de bi Serokomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan, Serowezîr Bînalî Yildirim û Wezîrê Parastinê Fikrî Işik re hevdîtin pêk anîn û serdama Meclîsa Tirk kir. 

Di dema hevdîtinan de Carter peyamên li gor dilê rayadarên Tirk dan. Carter got, “Tiştekî maqûl e ku Tirkiye bi pêşketinên Sûriye û Iraqê re mijûl bibe. Em destek dikin ku Tirkiye ji bo ewlekariya sînorên xwe bikeve nava tevgerê. Em dixwazin Tirkiye beşdarî operasyonên li dij DAIŞ’ê bibe.“

‘Rêbazên me û Tirkiyeyê cuda ne’

Carter destnîşan kir ku di navbera Tirkiyeyê û DYA’yê de nerînên cuda hene û wiha got: “Tevî hebûna nerînên cuda jî her daim di prensîp de em li hev dikin. Di encamê de di mijara xwe gihandina heman hedefan de rêbazên me cuda ne. Lê bêlê mîna du hevkarên nêz em dikarin bi diyalogê van çareser bikin.“ 

Tevî ku beriya werê Tirkiyeyê Carter gotibû ewê mijara Mûsilê biaxifin jî di axaftinan de qala aloziya di navbera Bexda û Enqerê de nekir. Her wiha derbarê Mûsilê de jî tiştekî ber biçav ne hate bilêv kirin.

Carter piştî Tirkiyeyê wê derbasî Emîratên Ereb bibe. Her wiha di 25’ê Cotmehê de jî wê beşdarî civîna Wezîrên Parastinê ya welatên endamê Koalîsyona dij DAIŞ’ê bibe.  Di 26’ê Cotmehê de jî civîna Wezîrên Parastinê a Endamên NATO’yê tê lidarxistin û Carter beşdar dibe. 


ENQERE