
Li Kurdistanê, dewleta Tirk a dagirker bi sazî û dezgehên xwe li avaniyên dîrokî bi navê restorasyonê kolanê dike û bi hezaran berhemên dîrokî bêyî ku tomar bike didize.
Dewleta Tirk a li Kurdistanê mêhtinger, li Bakurê Kurdistanê qirrkirina çandî bi her awayî didomîne. Yek ji rêbazên qirrkirina çandî jî texrîbkirin, talanakirin yan jî windakirina berhemên dîrokî û arkeolojîk e. Derket holê ku li Keleha Bedlîsê, li Keleha Xweşavê ya ser bi Wanê, li Keleha Wanê, Çavûştepe û li gelek avaniyên dîrokî yên li Serhedan û Bedlîsê bi salan e hin xebat tên kirin û navê restorasyonê li van xebatan tê kirin. Pê re jî eşkere bû ku ev restorasyonê tenê kiraseke ku pê ser diziya berhemên dîrokî û arkeolojîk tê kirin. Sedema bi salan dewamkirina van xebatên qaşo restorasyonê jî demeke dirêj dewamkirina vê diziyê ye.
Dewlet û arkeologên wê li Kurdistanê heramî ne
Arkeologekî ku nexwest navê xwe eşkere bike, berê tevlî van xebatên qaşo restorasyonê bûye li Bedlîs, Keleha Bedlîsê, Keleha Xweşavê ya ser bi Wanê û Çavûştepe. Ev arkeolog dibêje, ev bi salan e li van deverên navbirî bi navê xebatên kolanê, dewlet qaçaxiya berhemên dîrokê dike, ya rastî dewlet van berheman didize. Heman arkeolog rengê vê diziyê jî rave dike û dibêje, gelek berhemên dîrokî û arkeolojîk ên ku di kolanê de tên dîtin, li gorî tevahiya rêgezên arkeolojiyê diviyabû werin tomarkirin; ev kar jî erka serokê komê ye ku kolanê birêve dibe, lê belê ev kar nayê kirin û berhem bi qaçaxî ji deverê tên derxistin û dizîn.
Serokê komê xencer dizî
Arkeolog ê ku nexasim demeke dirêj di nava xebatên li Keleha Bedlîsê û Çavûştepe ya Wanê de cihê xwe girtî, dibêje, “Dema ku ez li wan deveran dixebitîm, min dît ku berhemên dîrokî nayên tomarkirin. Nexasim tiştên buhayê wan giran, ji sedî sed, nedihatin tomarkirin û gelek caran ez bûme şahidê vê. Ên ku nedixwestin werin tomarkirin jî berpirsên ekîba kolandinê bûn. Li Keleha Bedlîsê dema ku me kolan dikir li nav odeyekê me xencereke giranbiha dît. Xencer bi temamî birin. Ser xencerê jî bi almast, aqût û kevirên giranbiha hatibû neqişandin. Em li bendê bûn ku ev xencer were tomarkirin lê berpirsê kolanê tomar nekir û ji xwe re bir. Ez bûme şahidê gelek bûyerên wiha.”
Ne dizî ye dîroka Kurdan talan dikin
Heman arkeologî şahidiyên xwe yên li Çavûştepeya Wanê jî weke ta bi derziyê ve bike, rave dike û dibêje, ev dizî û talan bi zanîn bi meqseda tinekirina dîroka Kurd tê kirin: “Heman tişt min Çavûştepe ya Wanê jî dît. Tenê tiştên ku ji hêla madî ve nirxê wan tinebûn dihatin tomarkirin. Ev ên ku min dîtin, belkî bi vî rengî bi hezaran berhemên dîrokî têne dizîn. Li herêma me, bi navê restorasyonê berhemên me yên dîrokî têne dizîn. Ti derdê van mirovan tine ku dîroka Kurd derxînin holê. Ez bûme şahidê vê. Berhemên me yên dîrokî ji hêla hinan ve bi zanebûn têne dizîn.”
NAVENDA NÛÇEYAN