- Çî Melek hebe hemû di nava sindoqekê de berhev kirine. Kaseta Koma Amed a ‘Kulîlka Azadî’, albûma wî ya wêneyan, kitêbên wî, kovarên wî… Destê Melek li çi ketibe, çavê wî li çi nihêrîbin, û ji wî dengê wî yê efsûnî çi mabe, hemû êdî emanetên bi qîmet in ji Dayê Êdê re mane.
ROJBÎN EKÎN
Yek ji komên dema nêz a muzîka Kurdî ya herî zêde jê dihat hezkirin Koma Amed bû; albûma wê ya yekê Kulîlka Azadî jî bi awazên xwe îro jî li wan mirov dihisînin û xwedî cihekî girîng e. Di vê albuma ji bîra xelkê neçûyî de 13 stran hene û gelek jê jî Melek gotine. Melekê malbat û hevalên xwe, Doktor Cuma û Şengalê hevrêyên xwe, damezrênerê Koma Amedê û solîstê wê Evdilmelik Şêxbekir... Her cara ez guh didim awazên Kulîlka Azadiyê, ez dengê wî mîna ku hewaya daristaneke efsaneyî be bi caran dikişînim hinavên xwe. Ez nizanim çiqasî min guh da wê awaza efsûnî, ez nizanim. Piştre çi ji ber maye, min da rê da ku bibînim û fêm bikin.
Ez piştî 28 salan di ser şehadeta wî re bihurîn çûm cem malbata wî. Xwişka wî ya weke wî bijîşk jî li Qamişlo dimîne. Ez çûm klînîka ew lê kar dike. Piştî ku 10-15 deqîqeyan ez rawestandim, ez çûm cemê û jê re şermokî got, "Tu xanga Melekî- Ez hatim da ku tu behsa wî ji min re bikî.” Pê re pê re hêstir ji çavên wê bariyan. Hevdîtina me ya pêşî bû, ew rondikên hanê giraniya rabihuriyeke hevpar bûn, ji çavên wê rijiyan. Samer nekarî bipeyive, lê me qewlê xwe danî ji bo hevdîtinekê.
[caption id="attachment_248355" align="alignnone" width="994"]

Sûretekî wî yê zaroktiyê...[/caption]
Bi hêviya ew ê rojekê vegere…
Xanga wî Samer di vê hevdîtinê de got, "Timî di xewnên min de dihat mala me ya li Amûdê û kes nedidît. Bi hêviya xewnên min rast bin, ew rojekê vegere malê, me mal hîç xalî nehişt. Me xizmên xwe li wê mala ew lê çêbû û mezin bû, bi cih kirin. Hê jî di dilê min de ye, ez dibêjim, ew ê rojekê vegere..."
Ew gelekî li Melek fikiriye ji dema ku Melek çûyî ve û ji xwe ev pirs kirine: “Min çend caran dilê wî hişt, min ew êşand, çend caran wilo bi dilê xwe ew himbêz kir, çend caran maç kir".
Ew wiha behsa wî dike: “…Melek ji min du salan piçûktir bû. Melek jî dibistan bi yekemîniyê xilas kiriye. Piştî dibistana amadeyî biryar da ku biçe Tirkiyeyê. Wî di ser sedî re 98 puwan wergirtin û di îmtîhana zanîngehê de bi ser ket. Wî xwe li Zanîngeha Tibê ya Hacatepeyê qeyd kir. Cara yekê û ya herî dirêj em ji hev veqetiyan ev bû. Derfeta me nebû em biçin û bên. Bi rêya xizmên xwe yên li wir haya me ji wî çêdibû. Rojekê xizmên me telefonî bavê min dikin û dibêjin, ew ti xeberê jê nagirin. Me hinekî da pirsîn û di dawiyê de em bi ser ve bûn. Em fêr bûn ku xwe li Fakulteya Tibê ya Çapayê qeyd kiriye. Li wir hem dixwend û hem jî kar dikir.”
Yek kêliyê xew nekete çavên min
Ew wê demê wiha bi bîr tîne, “Havîna 1991´ê bû, cara dawiyê hat, carake din venegeriya, me jî tiştek jê nebihîst. Di navbera me de zêde emr nebû, di nava malê de ya herî nêzî ez bûm. Her 10-15 rojan carekê nameyek dinivîsand. Hê jî nameyên wî li cem min in. Herî dawî kartpostalek şandbû, li serê wêneyê jineke li ber perê behrê digiriya hebû. Gava min kart dît gelekî hestiyar bûbûm. Wê şevê xewa min nehat, yek kêliyê xew nekete çavên min. Sibehî, gava şiyar bûm, min ji maliyan re got, ez ê biçim lê bigerim. Min da dûv şopa Melek, li Enqere û Stenbolê min xwe gihand hevalên wî hemûyan. Serê Îlonê ketiye du îmtîhanan û piştre çavê kesî hew bi wî ketiye. Ji min re gotin çûye çiyê. Herî dawî min hevalekî wî dît, wî got, 'me jê re got, wê bê' Ez jî bi hêviya ew bê, bi rojan li bendê mam, lê nehat. Şehadeta wî ragihandin, me nekarî yeqîn bikin ku ew şehîd bûye. Hê jî me nekariye xwe qaneh bikin."
Ew dilsozê Kurdistanê bû
Tişta herî bel di nava wan tiştên tên bîra Samerê de evîna wî ya ji welatê wî re ye: "Pirr dilsozê Kurd û Kurdistanê bû. Wî ruhê xwe dida ji bo Kurdistanê. Wî neheqî qebûl nedikir. Li vir jî ji rejîma Baesê pirr aciz bû. Sala çûyî, hîna min nû klînîk vekiribû. Hat ji min çenteyek xwest. Min jê re got, çenteyê te nû ye, yekî din ji te re ne lazim e. Gava çû ez himbêz kirim, ez maç kirim. Lê wilo min hest pê kir ku ew ji min sil bûye. Ev ma di dilê min de. Îro jî ku tê bîra min ez poşman im. Ji hingê ve zarok çi ji min bixwazin, çi lazim û çi jî ne lazim, ji bo dilê wan nemîne, ez dikirim…’’
Daxwazeke Samer jî heye: “Ez pirr hez dikim ji stranên Kulîlka Azadî û Newrozê, timî li wan dihisînim. Ez pirr dixwazim stranên wî ji nû ve bên qeydkirin û belavkirin...”
Ew dibêje, "Mirov her bi ser hev ve dibin. Bi vê hêviyê ez her li benda Melek mam, lê nehat… Ez hê jî li benda wî me…"
Emanetê herî bi qîmet ê Melek ji Dayê Êdê re hiştî
Tevî Samerê em çûn cem dayika Melek a 85 salî: Dayê Edê. Bavê wî bi xwe bi nexweşiya alzheimer ketiye û tenê Melek maye li bîra wî; radihêje wêneyê wî û ji herkesê li kolanê dipirse ka wan kurê wî dîtiye. Dayê Edê lê miqate dibe.
Dayê Êdê çî Melek hebe, hemû di sindoqekê de berhev kirine. Kaseta Koma Amed a ‘Kulîlka Azadî’, albûma wî ya wêneyan, kitêbên wî, kovarên wî… Destê Melek li çi ketibe, çavê wî li çi nihêrîbin, û ji wî dengê wî yê efsûnî çi mabe, hemû êdî emanetên bi qîmet in ji Dayê Êdê re mane.
Ew albûma wêneya tîne, ta bi derziyê ve dike û behsa Melekê xwe dike, pê re jî rondikan dirijîne: “Gava zarok bû, serê wî jî biêşiya min radihiştiyê, û ew dibire Qamişloyê cem bijîjk. Piştî çar keçan ew kur ji min re çêbûbû. Ji ber wê pirr delalîkî bû. Min ew di ser yên din re digirt. Heta heft salî jî bi şev li cem min radiket. Mala me du qatî bû me li qata diduyan odeyek dayê. Hevalên wî dihatin kevir diavêtin pencereyê. Wî jî xwe berdida û kovar didan wan. Rojekê min ew dîtin; ez çûm cem ê li oda wî, min xwest zanibim ka çi dike. Gava çûm kitêbên dersê li ber bûn, ew dixwendin. Min timî jê re digot, di nava me de doktor kêm in, mekteba xwe bixwîne, tu piştre çi dikî bike. Wî jî ji min re digot, em şehîd nebin Kurdistan wê çawa azad bibe. Rojekê bû teyrek û hat xewna min. Ez li pey wî diçûm, min xwest wî bigirim, lê min nikarî. Firî û çû…"
[caption id="attachment_248357" align="alignnone" width="633"]

Li gel hevalên xwe yên Amûdê (Destê çepê ê duduyê)[/caption]
'Heta ez bimirim û bikevim bin axê'
Dayê Êdê û Samer bi hesret û bêrîkirina 28 salan cara pêşî qala “lehengê çîrokê” Evdilmelîk Şêxbekir kirin. Hesreta Dayê Êdê ewqas mezin bû bi ti gotinê rave nedibû û hê jî gelekî bi hesret bû. Melek hê jî li ber serê wan e, ewqasî nêzî wan e, hema destê xwe dirêjî wî bikin wê bigihîjinê, ji ber ku di dilê wan de bû… Dayê Êdê kesereke kûr û dirêj kişand…Ewqas bêriya berxê xwe dike, hesreta xwe bi gotinekê tîne ziman û dibêje, “Êşa wî nadebire, heta ez bimirim û bikevim bin axê.”
Li ser navê her kesê bi ber cazîbeya dengê Evdilmelîk Şêxbekir ketine û bi dengê wî rêya xwe dîtine, dinivîsim û vê weke deynekî li ser xwe qebûl dikim. Û dema ez diqedînim, strana “Kulîlka Azadî” li ser e, û bi dengê Evdilmelîk Şêxbekir ê mîna sura bayekî azadiyê dimeşim…
Evdilmelîk Şêxbekir kî ye ?
Sala 1968an li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê tê dinê. Hal û rewşa malbata wan ne xirab bû. Sala 1987’an mafê xwendinê yê Zanîngeha Tibê ya Hacettepe bi dest dixe û ji Amedê diçe Enqereyê.
Evdilmelîk Şêxbekir ê bi muzîk, resim û helbestê re mijûl dibe, sala 1988’an komeke xwendekaran bi navê Koma Amed çêdike. Piraniya endamên Komê xwendekarên tibê bûn. 1990’î derbasî Tiba Çapa ya Stenblê dibe û heman salê Koma Amed albuma xwe ya bi navê “Kulîlka Azadiyê” çêdike. Li dijî zilm û zora li ser Kurdan û çanda wan di warê çandê û zimanê Kurdî de gavê girîng diavêje û di hîmdanîna Navenda Çanda Mezopotamya NÇM a Stenbolê de kedeke wî ya baş heye. Di Îlona 1991’ê de beşdarî Tevgera Azadiyê ya Kurd û nava refên gerîla dibe. Di Nîsana 1992’an de li Çiyayên Engîzekê şehîd bû.