Harûn Nasîh di hibijartinên Başûrê Kurdistnê de çavdêrê Nifşê Nû bû û ji bo hilbijartinan pêr li Hewlêrê bû. Ew ji aliyê asayişa PDK’ê ve hate revandin û êşkence lê hat kirin.
Li gorî nûçeya NRT, pêr li Hewlêrê çavdêrê Nifşê Nû yê hilbijartinê Harûn Nasîh ji aliyê asayişa PDK’ê ve hate revandin û êşkence lê hat kirin.
Harûn Nasîh diyar kir ku dema li dijî sextekariyê nerazîbûn nîşan da, asayişa PDK’ê ew revand, bir derveyî bajêr, ji bo kuştinê êşkence lê kirin û piştre avêtine cihekî dûrî bajêr.
Li gorî ji wêne jî xuya dike, Harûn Nasîh rastî êşkenceyeke giran hatiye û niha li nexweşxaneyek a Hewlêrê di bin çavdêriya bijîşkan de ye.
HEWLÊR