Gerîla Aza dibêje; “Erdnigariya Garê mirova pir dixapîne. Ger ku tu van deran nas nekî tu wê di nava deh deqeyan de winda bibî.”
Lê belê pirsgirêkek me ya wisa nîne, yê ku me digerînin gerîlane, şareza ne, yanî pisporê vê erdnigariyê ne.
Gerîlayên bi min re dibêjin; “Herêma Garê li gorî herêmên din ên gerîlayan germtir e.”
Gerîlayên ku min digerînin her du jî gerîlayên jin bûn. Temenê her du gerîlayan jî 25 sal bû. Balkêşe ku Aza û Şîlan jî di heman salê de tevlî nava refên gerîla dibin.
Baran carna hêdî hêdî, carna lez û bez hinekî jî şid, dilopên xwe dibarîne ser rûwê erdê. Ji ber barana zêde, şîverêyên gerîla, hemû nebin jî gelek ji wan di bin avê de mane. Rêya ku em li ser dimeşin jî wisa bû, em di nav cîhokên avê de dimeşîn.
Yên di bin baranê de rêwitî dikirin ne tenê em bûm. Ji bilî me jî gerîlayên di şêverêyan de ber bi baregehên xwe ve dimeşiyan. Dema me hewl da avê derbas bikin sê gerîlayên jin jî ji aliyê din hewl didan avê derbas bibin. Ava wê bihata derbaskirin, bi hêz diherikî û her tişt dida ber xwe.
Ji ber vê jî me biryar da ku em bi destê hev û din bigrin û bi vî rengî avê derbasbikin. Dema ev dîmen li ber çavê min derbas bû, ji bo vê dîmena bêhempa bêmirînî bikim min dest avêt wênekêşa xwe û min wêneyê van keçên leheng kişand. Ji ber dema bi destê hev digirtin û derbasî aliyê din ê avê dibûn, dîmeneke pir bedew ku piştevaniya jinên Kurd nîşan didan, derketibû holê. Li vir bila nivîs raweste wêne biaxive.
Pênç keçên şoreşger, pênç keçên çeleng, pênç keçên agir û rojê… Ew keçên ku xwe li gorî her zoriyê amade kiribûn…
Keçên çiyayî, destên hev girtin û wisa ava mezin derbas kirin. Şil bûn, dicemidîn lê dîsa jî tu zorî nikarîbû kenên ji ser ruyên wan winda bikira.
BERFÎN KOÇER-ANF/BEHDÎNAN