Mîna ku milkê bavê wan be,mîna mîrateyeke bi wan mayî be, hatin û axa ku gelên xwedî çandên cuda, ol û ayînên cuda; bi bîr û baweriyên cihê-ciyawaz ji wextên bêsalix de li serê dijiyan; vegirtin, dagir kirin, xistin bînê rima xwe.
Yên ku hatin, wisa bi dostanî nehatibûn û ne mêvanê xweda bûn: Ew; dagirkerên serdema nû, kerkerkerê Mezra Botan û Rojhilata Naverast, li hev parvekerê milkê ji bavû kalan de bi Kurdan, Ereban, Ermeniyan, Suryaniyan, Cihûyan û Qiptiyan mayî bûn. Piştî ku vekişiyan ji ser milkên ku dagir kiribûn, wan welatekî çar perçe, û 22 dewletên ereb li dû xwe hiştin û vegeriyan.
Ya rast ew venegeriyan; sî û sawera wan li her deverê ma: Qesrên ku ji bo leşkerên xwe ji kevirên spî î şehkirî ava kiribûn, şiva tirênê, şiva ku axeke ripî rast, axeke ku ji biniya çiyayên bakûr dibû beriyeke bi adan û li jêrê, li aliyê Reqayê bi çoleke hişk î hola ve vedibû, kirin ku hemnişînên axekê, ji hêlekê re bibêjin Serxet, hêlekê bi navê Binxetê bi nav bikin.
Niha, piştî rêvitiyeke 4 saetên bêrawestan a bi siwareyê, ji Dergehê Qarqamişê derbasî aliyê din dibim.
Navê dergehê ku tê re hatime Cerablûs e û 4 saetan dûrî Qamişlokê ye, Qamişloka ku dostê min ê qedîm Konê Reş, jê û pê ve nikare li tu cihî bisanise, nikare bijî.
Piştî rêwitiyeke 4 saetan, saet 6ê destê êvarî gihiştim Qamişlokê.
Qamişlokê…Bi qasî Nisêbînê ( demekê belkî jî jê pirrtir) min ji vê navçeyê hez dikir.Du bajarokên şîrîn, mîna xuşk û birayên ji dê û bavekî hemrû; bi darûber, bi şînahî, bi av…hewayek paqij….
Destê êvarên hênik de, li gel kurmetên xwe min jî wekî xortekî Qamişlokî, êvar êvar çavên xwe tewişandiye bi dîtîna karxezalan ku li ser Şar’ih El Hûb di piyaseyê de.
Wekî Xweda; qîzên Qamişlokê ji yên Nisêbînê sipehîtir, bi darûbertir û xweşiktir bûn.
Xweşiktir bûn, ku min dilê ewil da yeke Binxetî!
Niha, heman şeqema bi nav û deng, bi destê dewletê bo ewlekariyê (!) hatiye birîn.
Şeqem ji ber avahiya Qeymeqamtiyê bi bîdonên hûndirê wan tijî sêlak(qûm) hatiye astenkirin.
Û Qamişlokî, ji ber şerê navxweyî yê li ser axa Surî, wekî berê heta derengî şevê, dernakevin piyaseyê.
Bajarokê ku ji nnavçeyeke xweşik ber bajartiyê ve bi pêngavên avakirina avahiyên nû her roj avahiyekê li xwe zêde dike û ew e ku siyare pê li ser serê hev nakin di kolanan de, li tevî taxa Xerbî, Hilêlîkê jî kiriye taxeke Qmişlokê.
Qamişlokê…Di vê hezîrana ku nîsk hatine dirûn, genim hetine çînin de, li tevî nişteciyên xwe, destê wê li ber rû, li hêviya mîzgînekê ye:
Bahsî çûn, azadî hat!
Çavdêriyên piştî rêwîtiyekê