Çavê komedya li ser we ye!
Zahîr Xerîb 38 sal in xizmeta hunera Kurdî dike. Zahîr di beşa drama û komedî de ku xebata xwe dimeşîne, piranî jî weke aktorekî komedya tê naskirin. Zahîr ku di karê xwe de rexne li desthilatdaran digire, ji bîr neke wan hişyar jî dike, ‘’Çavê komedya li ser we ye!’’
Şanoger Zahîr Xerîb sala 1961’ê li Taxa Melkendî ya Silêmaniyê ji dayik bûye. Li heman bajarî xwendina xwe temam dike û paşê ji Peymangeha Hunerên Xweşik a Silêmanî mezûn dibe. Zahîr ê cara pêşî di şanoyeke Yewnanî de cih digire, ji sala 1982’yan ve di nav xebatên hunerî de ye.
Pêşmergetî jî kiriye
Zahîr Xerîb ê di gelek rêzefilm û kurtefilm de rol wergirtiye, di Koma Şanoya Salar û hwd. çend komên din de jî cih girtiye. Zahîr Xerîb li gel karê hunerê di dema rejîma Baas de li çiyayan pêşmergetî jî kiriye. Her wiha di nav kar û xebatên siyasî de jî cih girtiye. Zahîr ligel ew qas tiştên jiyane di sala 1992-93’yan de Peymangeha Hunerên Xweşik a li Silêmanî qedandiye.
Rewşa welêt dide xuyakirin
Zahîr Xerîb dibêje komedî gelek siyasetvan û rayedarên dewletê ji komedyayê ditirsin û jê aciz in û wiha dipeyive: ‘’Ji ber bi rêya komedya tevahî rewşa welêt xuya dike. Çavê komedya li ser wan û pergalên wan e. Pêwîst e hemû rayedar berê xwe bidin xebatên rabihuriyê û carekê li ser bifikirin. Li têkoşîn û karesatên rû dan bifikirin da ku ew destketî ji holê ranebin, xwîna şehîdan vala neçe. Ji ber ew destketî niha li ber tinebûnê ne û dijmin li çar aliyan digerin.”
Di filman de jî lîstiye
Her wiha hunermend Zahîr bavê 4 kur û keçekê yên bi navê Karîn, Ravîn, Rewên, Rehend û Peyvîn in. Ji wan tenê Peyvîn bi hunerê re mijûl dibe.
Hunermend Zahîr di vê pêvajoyê de bi hunermend Beyan Zerîfî re di kurtefilmê bi navê “Tenyayî Baştir e” de ku cih girtiye, film niha tê nîşandan û rastî eleqeyeke zêde tê.
ROJNEWS/SILÊMANÎ