Şerê di navbera du bîrdoziyan de

Ceger işaret bi plan û polîtîkayên kirêt ên ji bo tinekirina şoreşa Rojava jî kir û got, "Xuya ye ev planên kirêt wê roj bi roj zêde bibin. Ya rast, ev yek tirsa dewletên mêhtinger radixe pêş çavan. Şerê îro diqewime şerê Efrîn, Ezaz, Şehba, Şêx Meqsûd an jî şerê Sûr û Cizîrê nîne, şerê di navbera du nêrîn, felsefe û bîrdoziyan de ye. Hêzên serwer dixwazin modernîteya kapîtalîst serdest bikin, gelên bindest jî dixwazin felsefeya neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, serdest bikin."


'Wê planên neo-osmanî pûç bike'

Zelal Ceger şerê li Rojava û gelemperiya Sûriyeyê weke şerê dewletên mêhtinger ê hêz û desthilatdariyê bi nav kir. Ceger got, şoreşa Rojava her carê planên desthilatdariyê pûç dike, lewma ev hêzên mêhtinger planên nû û girantir dikin û weha dewam kir: "Dewleta Tirk li ser herêmê planên qirêj dimeşîne. Ji ber ku dewleta Tirk naxwaze katnonên Efrîn û Kobanê bigihêjin hev. Dewleta Tirk dibîne, eger di navbera Efrîn û Kobanê de korîdoreke mumkin bê vekirin, wê hemû polîtîkayên wê yên Osmanî û planên kirêt ên li ser bingeha dijminatiya li dijî Kurdan, pûç bibin."


'Dixwazin vîna gelê Kurd teslîm bigirin'

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Zelal Ceger îşaret bi berxwedana Şêx Meqsûd kir û got, "Jin, ciwan, extiyar, ji 7 heta 70 salî gelê me di bin sîwanê YPG/YPJ, Ceyş El Siwar û hêzên QSD'ê de li hemberî êrîşên rejîmê, li hemberî çeteyên DAIŞ û Koalîsyona Sûriyeyê têkoşîneke bêhempa meşand. Şêx Meqsûd xala diyarker a şerê Heleb û Sûriyeyê ye. Ji ber vê girîngî û rewşa xwe ya stratejîk di şexsê taxa Şêx Meqsûd de dixwazin vîna gelê Kurd teslîm bigirin û statuya ku yek ji destketiyên dîrokî ye, ji hev belav bike."


'Tirkiye dixwaze herêmê dagir bike'

Ceger aramnca êrîşên li xeta Efrîn-Ezaz-Şehbayê weke pêşîgirtina li xwegihandina hev a kantonên Efrîn û Kobanê nirxand û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Di heman demê de bi gef, şantaj û pêngavên dîplomatîk, dixwaze pêşî li pêngava Minbicê bigire. Yanî dewleta Tirk hewl dide pêngavên muhtemel ên QSD'ê asteng bike û li DAIŞ'ê li Cerablûsê, çeteyên koalîsyona Sûriyeyê jî li herêma Ezaz-Efrîn-Şehbayê biparêze. 

Dewleta Tirk hînê jî dixwaze li herêmê cihekî tampon çêke. Dixwaze bikeve nava xaka Rojava û Sûriyeyê û li qadeke ji 10 heta 20 km'yî ji Cerablûs heta Ezazê herêma tampon ava bike û bi vî rengî bi rewşa civakî, siyasî û çandî ya herêmê bilîze. Bi vî rengî dixwaze herêmê dagir bike."


'Gihiştina hev a kantonan serketina gelên Sûriyê ye'

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Zelal Ceger bi bîr xist ku hêzên YPG/YPJ'ê her şêwe êrîşên çeteyan û dewleta Tirk bi berxwedaneke lehengî pûç kirine û weha peyivî: "Ev herêm ji bo me gelekî girîng e. Eger em herêma Şehba ji çeteyên DAIŞ'ê û çeteyên koalîsyona Sûriyeyê paqij bikin, hingî wê her sê kanton bigihêjin hev. Bêguman gihaştina hev a her sê kantonan ji bo gelê Kurd wê bibe serketineke gelekî mezin û girîng. Ne tenê ji bo gelê Kurd wê ji bo tevahiya gelên Sûriyeyê bibe serketineke mezin."

Zelal Ceger der barê têkiliya mijarê bi xurtkirina Federasyona Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê de got, ji bo Federasyona Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê jîndar bibe, pêwîstî bi yekbûna siyasî û erdnîgarî heye.


'Em ê li benda kesî nemînin'

Zelal Ceger herî dawî îşaret bi vîna xwe ya xurtkirina têkoşîn û berxwedana azadiyê kir û weha peyivî: "Em ê li benda kesî nemînin ku ji me re tiştekî bikin. Bi bendewariyan, em nikarin dest û milên xwe girê bidin. Em dixwazin ji her kesî re vê bibêjin; yên dixwazin rûmeta mirovahiyê biparêzin, yên dixwazin mafên mirovan biparêzin divê li cem me cihê xwe bigirin." 


 ANF/QAMIŞLO