
Dewleta Tirk bi Cephet El Nûsra re ku El-Qaîdeya li Sûriyê ye û niha bi navê Heyet Tehrîr El Şam tê naskirin, li hev kir. Piştî li hevkirinê ket Idlibê û li El-Nurayê deverên bi herêmên Federaliay Bakurê Sûrî re sînor dan dest hêzên Tirk û çeteyên wê. Di vê li hevkirinê de Rûsya weke hêza çeteyên Tirkiyeyê ya hewayî tevgeriya. Li aliyê din li bajar û hawîrdora Idlibê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê xwepêşandanan dest pê kir.
Rayedarên Tirk îdîa dikin ku komên çete yên Mertala Firatê wê êrîşeke berfireh bibin ser nuqteyên Heyet Tehrîr El Şam (El Nûsra) û ev yek jî wê di çarçoveya peymana herêmên kêmkirina şer a di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de bê kirin. Tişta doh qewimî bi xwe nîşan dide ku bi çeteyên El-Nusra re li ser bicihkirina hêzên Tirk û çeteyên wê li ser herêmên li ser sînorê Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê hatiye lihevkirin.

Şoweke ecêb?
Doh hêzên Tirk li ser sînorê di navbera xwe û Sûriyê de li hin cihan dîwarên lê kirî rakir û di destpêkê de El-Nusrayê tenê weke şowekê çend roket avêtin wesaîtên li vir. Piştî vê yekê çeteyên El-Nusra refaqetî çeteyên dewleta Tirk kir ji bo ku wan derbasî wan deveran bikin ku li ser hatiye lihevkirin.
Çavkaniyên eskerî yên li Idlibê dibêjin, dewleta Tirk bi Cebhet El Nusra ku navê xwe kiriye Heyet Tehrîr El Şam, li hev kiriye. Çavkaniyan da zanîn ku beriya bi 3 rojan di navbera Tirkiye û çeteyên El Nusra de hevdîtin hatiye kirin û di vê hevdîtinê de çeteyên herdu aliyan li hev kirine.
Hat ragihandin, ku di vê hevdîtinê de li hev hatiye kirin ku Heyet Tehrîr El Şam sê nuqteyên di navbera Efrîn û Idlibê de ango Darît Îze û gundên wê bêyî şer bike radestî artêşa Tirk bike. Di çarçoveya amadekirina vê planê de, çeteyên bi navê Îbn Temîma roja 2’ê Cotmehê ji aliyê çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ve ji aliyê Darît Îze hatibûn derxistin. Xuya ye di dema rûdana vê bûyerê de plana tifaqa navbera Tirkiye-El Nusrayê ketiye meriyetê. Bajarokê Darît Îze, li ser sînorê Efrînê ye û çete ji vê derê êrîşî gundên Efrînê dikin.
Tifaqa çeteyan ji mêj e
Ev peymana behsa wê tê kirin, ji bo dagirkirina herêma Idlibê ji aliyê Tirkiyeyê ve hat kirin. Beriya niha gelek caran di navbera Tirkiye û çeteyên Heyet Tehrîr El Şam de peyman hatibûn mohrkirin û belgeyên vê yekê derketibûn holê.
Sala 2016’an, Generalê Rûs Sergey Rûdskoy, li ser desteka dewleta Tirk a ji bo komên çete yên li Sûriyeyê rapor amade kiribû. Di raporê de hatibû ragihandin ku dewleta Tirk her roj bi çeteyên El Nûsra re tevdigere.
Dewleta Tirk, sala 2012’an çeteyên Cebhet El Nûsra û hin komên din ên çete ji sînor derbasî nava Sûriyeyê kiribûn û bi destê van komên çete êrîşên hovane li dijî gelê Sûriyeyê kiribû.
Her wiha çeteyên El Nûsra û DAIŞ‘ê yên birîndar li Tirkiyeyê dihatin dermankirin. Dewleta Tirk, ji bo fînansekirina çeteyan, deriyên xwe yên sînor li çeteyan vekiribû.

Na ji destwerdana Tirkiyeyê re
Welatiyên bajarê Sermede yê girêdayî parêzgeha Idlibê li hemberî dagirkeriya Tirkiye û Rûsya xwepêşandan kirin û gotin: “Na ji destwerdana Tirkiyê re”.
Malperên girêdayî çeteyan ragihandin ku bi dehan şêniyên bajarê Sermeda li hemberî destewerdana Tirkiyê û Rûsya ya parêzgeha Idlibê xwepêşandan kirine.
Xwepêşandanan pankartên li ser nivîsandî “Na ji Diri Firat re, bese fitne û fesadî, Na ji destwerdana Tirk û Rûs re, gel dixwaze rejîm hilweşe” hilgirtibûn. Her wiha destwerdana Tirkiye û Rûsyayê ya li Idlibê hate şermezarkirin.
EFRÎN