Hefteyek berê derhênerê gewre yê Polonyayî Andrzej Wajda çû ser dilovaniya xwe. Wajda, dîroka Polonya bi dîtbariyê carek din nivisandibû. Gelek fîlmên bêhempa diyariyê mirovahiyê kir û wisa xatir xwest çû ji vê jiyanê. Wajda ji dîroka Polonya ya bi jan û elem sûd wergirt û wek mijar di fîlmên xwe de rastiya vê dîrokê rêsand. Çewa ku tê zanîn Polonya di sedsala çûyî de gelek zilm û zordarî dît. Pêşî Naziyan hatin her tiştî wan talan kirin. Dîrok û avahiyên wan yên herî kevn ji holê rakirin û hilweşandin anîn xwarê. Gelek Polonyayî hatin kuştin û yên mayî jî koçber bûn ber bi welatên din ve. Dûre jî bi alîkariya artêşa Sovyetan, Polonya ji bin zilma Naziyan rizgar dibe. Polonya rizgar dibe lê nêzîkî 35-40 sal rejîma Sovyetan ya Kominîst Polonya tengezar dike. Wajda, di gelek fîlmên xwe de qala burokrasiyê dike û vê yekê rexne dike. Ji ber ku ji alî rejîma kominîst ve gelek tade dîtiye û hatiye tawanbarkirin. Wajda mirovekî sosyalîst bû lê mixabin bi rejîma sosyalîst re lihev nedikir! Carna hate binçavkirin jî ji ber van bertekên xwe û carnan jî mişext bû ji welatê xwe. Lê dîsa jî dev ji vî zimanê xwe berneda û burokrasiya zêde wek tiştekî xetere dît û tu car nepejirand. Li gel ewqas pêkûtiyan dîsa jî berê Wajda her tim li welatê wî bû. Ew li welatê xwe fîlman kişand herî dawî piştî ku rejîma sosyalîst hilweşiya Wajda wek parlementer jî li welatê xwe peywîr girt ser milê xwe lê paşê dev jê berda. Ew zêdetir dikaribû derdê xwe bi sînemayê vebêje. Ji xwe sînema di wê serdemê de bûye sîwana civaka Polanya û pêşkeşvaniya vê sînemayê jî Wajda kiriye. Mirov dikare bibêje ku Wajda mîmarê sînemaya Polanyayê ye. Di nav 50-60 salan de bi dehan fîlm kişand Wajda. Fîlmên bi navê “Mirovê Hesin”, “Dawet”, “Qenal” û “Katyn” çend fîlmên wî yên têr û tije ne. Bi fîlmê xwe yê “Mirovê Hesin” di sala 1981’an de li Mihrîcana Cannesê xelata Palmiya Zêrîn jî standibû. Wajda tenê ne ji bo sînemaya Polonya her wiha ji bo sînemaya cîhanê jî mînakek balkêş û rexnegirekî bêhempa bû. Di sedsala 20’emîn de bi berpirsyariya rewşenbîrekî tevgeriya û gotina xwe tu car kêm nekir li hember serdestiyê. Ew jî ji ehlê xwînxeşikan bû…
Wiha digot Wajda “Xwedê du çav dane derhêneran. Yek mirov di kamerayê de dinêre, yê din jî ji bo mirov ji hertiştê ku li derdora wî diqewime haydar be daye.” Wajda ji derdora xwe haydar bû û tiştên li derdora wî diqewimîn mijarên wî yên sereke bûn. Lê mixabîn îro gelek derhêner hene ku di kamerayê de dinerin lê tu tişt nabînin! Kadraja wan valahî ye. Ji lewre ji tiştên ku li derdora wan diqewime qet haydar nîn in. Ji lewre jî fîlmên xav dikişînin. Ev yek herî zêde jî bi destên biyanî ango bi çavên biyanî yên ku tên çîrokên Kurdan diherimînin diqewime. Biyanî ne ji civakê re, biyanî ne ji rastiyan re, biyanî ne ji çîrokan re û biyanî ne ji folklora Kurdan re. Di van demên dawî di xetereyek din derketiye holê ew jî ew e ku derhênerên Kurd jî ketine dafika van biyaniyan û li gor rêzik û pîvanên wan fîlman saz dikin ango disêwirînin. Ev yek jî ji bo sînemaya Kurdan talûkeyek mezin e. Pêwîst e rih û hunera xwe ji bo ku di mihrîcanan de çend xelat wergirin dernexin bazarê! Sînema vî tiştî napejirîne, ji xwe huner qet û qet napejirîne!
Kesên ku ji xwe bawer bin û bibêjin em derhêner in, pêwîst e beriya her tiştî bi çavên xwe yên ku li kamerayê dinêrin rastiya Kurdistanê bibînin. Rastiya vê civakê bibînin. Heta rastiya derdora xwe nebînin û baş şîrove nekin ewê kadrajên vala derkevin holê. Ewê hunereka pûç derkeve holê…Bi hêviya ku bi derhênerên me re jî çavên çeleng yên wek Wajdayî çêbibin û sînema bibe awêneya dilê me. Her hebe Wajda her hebe sînema. Înşallah dê her çêbin derhênerên Kurd!