Hikûmeta Elman a Federal ji bo pêşnûmapirsa li ser rewşa insanî ya piştî dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê rû dayî, ev bersiv da: Dibe ku li Efrînê mafên sivîlan nehatibin parastin. Koma Partiya Çep a li Meclîsa Federal a Elmanyayê, li ser drama insanî û rewşa civakî ku piştî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê rû da, pêşnûma pirsek pêşkêşî hikûmeta federal a bi serokwezaretiya Merkel kir. Ji hikûmetê hate pirsîn bê li ser drama insanî ya li herêmê agahiyên wê hene yan na. Li ser navê hikûmetê, Wezareta Karên Derve bersiv da. Pêşnûmapirs bi pêşengiya parlamentera Partiya Çep, Hêlîn Evrîm Sommer hate amadekirin. Lê belê Wezareta Karên Derve bersiv neda gelek pirsan. Tevî ku çeteyên dewleta Tirk li pêş çavên cihanê li Efrînê talan, dizî û êriş kirin jî, wezaretê got, “Dibe ku li Efrînê mafên sivîlan nehatibin parastin.” Li gel dagirkerî û astengiyên dewleta Tirk jî wezaretê got, “Ji bo vegera li Efrînê, aliyên cuda yên şer astengiyan derdixînin.” Balkêş e ku wezaretê ji bo gelek pirsên li ser sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê, bersivên ‘haya me jê nîne’, ‘li ber destê me delîl nînin’ da. Parlamenter Sommer li ser bersivên hikûmeta Merkel daxuyanî da û got, “Siyaseta hikûmeta federal a beramberî Efrînê ji destpêkê ve bi qurnazî ye.” BERLÎN