Ji bo rojnamevan û şêwekara Kurd Zehra Dogan a girtî, li Fransayê pirtûka bi navê “Zehra Dogan /Les Yeux Grandas Ouverts (Çavên Mezin Vekirî)” hat çapkirin. Nivîskara pirtûkê Laurence Loutre Barbier diyar kir ku hunermendeke ciwan a bi neheqî ji azadiyê hatiye bêparkirin, kiriye ku ew jî têkoşîna xwe bi vî rengî dewam bike.  

Rojnamevan û şêwekara Kurd Zehra Dogan li Girtîgaha Tîpa E ya Amedê girtî ye. Pirtûka bi navê “Zehra Dogan /Les Yeux Grands Ouverte” li Fransayê ji bo wê hat weşandin. Laurence Loutre Barbier pirtûka bisernavê “Journal D’Une Condamnation / Chronique Exposition” (Rojnivîskên Girtîgehê / Kronolojiya Pêşengehekê), ji weşanê re amade kir. Di pirtûkê de behsa serpêhatiya Dogan, girtin û hûnara wê dike, behsa nûçeyên derbarê zaroka 10 salî Elîf Akboga ya di qedexeyên derketina derve de nivîsandibû, cih digire. Nivîsa rojnameger û grafîker Naz Oke ya 30 salî li Fransayê dijî jî di pirtûkê de cih digire.    

 

‘Dogan ji mexdûrên TMK’ê ye’

Serpêhatiya Zehra Dogan tesîrê li hunermenda Fransî, Laurence Loutre Barbier kiriye, û hiştiye ku ew li ser mijarê lêkolînê dike. Barbier diyar dike ku Dogan yek ji zarokên bûye mexdûrê qanûna dewleta Tirk e ku qaşo li dijî tekoşîna li dijî terorê ye lê yekane armanca wê tepisandina gelê Kurd e.

 

Ji edîtorên yekane ajansa jinê bû

Di pirtûkê de wiha behsa Zehra Dogan tê kirin: “Dogan di Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) de ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hat girtin, edîtorî kir. Niha li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de tê ragirtin. Nûçeyên çêkirin û weneyên xêzkirin wekî hincet hatin nîşandan. Dogan li dijî vê yekê bi gotina, ji ber ku min wêneya li ser avahiyên hatin wêrankirin ên ku li ser wan ala Tirkiyeyê hatî daliqandin, xêz kir, 2 sal û 10 mehan ceza li min birrîn. Lê wan bi xwe ew wêne kişandibû. Min tenê xêz kir’ nerazîbûna xwe nîşan dabû.” 


 PARÎS