
Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) ku di xeta nûçeyên li ser jinê weşanê dike di cîhanê de yekemîn ajansa nûçeyan a jina ye, di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de dikeve sala 4'emîn. JINHA ku li hember medyaya erîl a di cîhanê de hikûm dike, feraseta nûçeya ku ji zimanê zayendiyê safî bûye esas digire. Jinan, bi 5 nûçegihana dest pê kirin niha bi sedan nûçegihanan karên xwe didomînin. JINHA, ji midûra nûçeyan, edîtoran, nûçegihana wêne, dîmenkêşvan bigire heta nûçegihan bi tevahî ji jinan pêk tê. Hemû nûçeyên têkildarê jiyanê bi feraseta jinê ji raya giştî ya cîhanê re radigihîne, di heman demî de armanc dike ku zimanê medyaya nêr a heyî jî biguherîn e.
Ji JINHA'yê Asya Tekîn, diyar kir ku ew bi têkoşîna gelek jinên wek e Vîrgînîa Woolf, Rosa Luxembûr, Clara Zetkîn, Gurbetelî Ersoz, Şîlan Aras, Sakîne Cansiz û Denîz Firat JINHA'yê sazkirine û wiha got: "Em di bin awirê medya erk a 'çi karê we heye?' de nûçeyan çêdikin û li hemberê mejiyê erkê de têkoşîna xwe berdewam dikin."
Tekîn, dibêje ku "aliyê me jinin" û destnîşan kir ku feraseta nûçeyên derbarê jinê di heman demî de tê wateya jiyana azadiya jin û ekolojiya demokratîk. Tekîn, wiha got: "Nûçegihantiya derbarê jinê, hemû nûçeyên dij xwezayê teşhîr dike. Lewra jin hêza xwe ji xwezayê digire. Dema nûçeyê pêşkeş dike xwe teşhîr nake û tenê karê xwe dike. Yê girîng ji guduyên zayend a temaşevanan re xizmet nake, agahiyên ku wan hîn dike û agahdar dike radigihîne. Heman qûral di çapemeniya nivîskî de jî derbasdar e. Yê herî girîng çawa pirsgirêka jinê civakiyê û çawa piraniya civakê ji jinan pêk tê hemû nûçe derbarê jinê de di nava nûçegihantiyê de ye. Armanca me di her nûçeyê de bi feraseta nêrîna jinê nêzîk bibin e."
'Guherandina zimanê medyayê ye'
Edîtor Zehra Dogan jî, li ser JINHA sedema ya jinê wek e "Bi lanetî û amûrê pornografîk" dide nîşan dan hişmendiyê derdixe holê rawestiya. Dogan, wiha got: "Çapemenî jî vijdana cemawerî, bi peyvên nepenî ya pergala serdest a zilaman birêve dibe. Li gor xwesteka xwe dibe û tîne. Heta îro pergala zilam, bertekan di ser jinan ve dibir. Di gotinên bi zimanê erîl re jin an wek e amûrê pornografîk an maxdûr an jî bi awayek 'hov' dide nîşandan . Ji bo em ji vê yekê re bibêjin raweste û li ser navê li hemberê vê alternatîfê biafirînin me dest bi weşanê kir."
'Em qebûl nedikirin'
Dogan, destnîşan kir ku di nava medyaya erk de weşana di xeta jinê de kirin têkoşîneke zahmet e û ev tişt gotin: "Di serî de gelek rojname û TV yan, ji bo referansa me bi fikar bûn û nûçeyên me nediweşandin. Lewra yê van nuçeyan çêdikirin jin bûn û heye di nava nûçeyan de agahî kêm bin bi guman nêz dibûn, zilaman me qebûl nedikirin. Ango wek profesyonela vê karî dîsa mêr dihatin dîtin. Di vê mijarî de ji bo em ajansa xwe di hêla nûçegihantiya jinê de bixin asta lêgerîna yekemîn me gelek badîreyan de derbas kir. Niha ji bo aboneyên me nûçeyên jinan bixwînin ajansa yekemîn a di tikîne ajansa me ye û em bi vê kêfxweşiyê riya xwe didomînin."
Dogan, ya dawî da zanîn ku JINHA di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de dikeve 4 saliya xwe û bang li hemû jinan kir ku JINHA'yê bişopînin, nûçeyên jinê di ajansa jinê de bixwînin.
DÎHA/AMED