Ji ber rewşa awarte min nekarî qewimînên hefteya çûyî bişopînim, ji ber vê yekê jî nirxandina rojevê ji bo min ne hêsan e. Li aliyê din bi rastî rewş pir aloz û nelihev e. Desthilatiya vê carê naşibe desthilatiyên berî xwe. Desthilatdarên vê serdemê hefsarê dewletê wisa bi hêsanî bi dest nexistiye, lewre jî ew ji desthilatdarên berê dirindetir in; pir bi çavsorî bi ser hêzên dijber de diçin. Dema ku mirov bala xwe dide kirinên wan, êdî mirov xweziya xwe bi kirinên desthiladarên berê tîne. Tu demê wisa bi girseyî mirov nehatibûn desteserkirin û wisa bi hêsanî nehatibûn girtin. Li holê sûcdar hene lê sûc nîn e. Qaşo dosya veşarî ye, lê çapemeniya hevalbend angaştên di doznameya ku hê nehatiye nivîsandin de dike nûçe.
Li hemberî nerazîbûna hêzên demokratîk jî Serokwezîr Erdogan bi xwe gotiye, “Li ku derê ders daye, ew ne girîng e, naveroka dersê girîng e.” Belê rast e, heke hiqûq hebe, divê wisa be. Ez ji wî dipirsim, kîjan gotina hevalê me Mulazim Ozcan bûye hêmana sûc, bila bibêje. Em baş dizanin ku wî der barê wêjeya kurdî de ders daye. Wî di dersa xwe de qala Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanî kiriye.
Erdogan bi xwe her roj qala Ehmedê Xanî dike. Hikûmeta AKP’ê bi xwe li Muksê mîhrîcana Feqiyê Teyran li dar xist, li Zanîngeha Hekariyê Konferansa Kurdolojiyê li dar xist. Tiştên ku li wan deran hatin gotin çi bin, tiştên ku di Akademiya Siyasetê ya BDP’ê de hatine gotin jî ew in. Heta di konferansa li Colemêrgê de tiştê tûjtir hatin gotin. Bo nimûne di konferansa 2010’an de ez bi xwe jî amade bûm û li wir piraniya beşdaran qala Kurdistanê kir. Ji ber vê yekê jî gotina Erdogan ne rast e, ji bo AKP’ê naveroka gotinê ne girîng e, cihê ku ew gotin lê hatiye gotin girîng e.
Kesên ku dikevin bin baskên AKP’ê, li gorî hêvî û daxwazên AKP’ê tevdigerin heke di gotinên xwe de qala Kurdistaneke serbixwe jî bikin, ne xem e. Ew dengê xwe jê re nakin, lewre li gorî perspektîfa Fetullah Gulen a bi rengê “nîfaq û îtîfaq” kirinên wan bi kêrî dewletê tên. Lê heke ew li nik doza azadiya gelê kurd cihê xwe bigirin, ger di gotin û kirinên wan de tu hêmanên sûc tunebin jî ew bi hinceteke hîç û pûç tên girtin.
Ev helwesta desthilatdarên nû tiştekî din jî nîşan dide; ew bi vê çavsorî û zordestiya xwe hêdî hêdî gora xwe dikolin. Ji her hêlê tengav bûne, bi milyaran dolar bi ser çiya û geliyên Kurdistanê de dibarînin. Di şer de êdî tu qanûnên însanî jî nas nakin, hiqûqa şer jî binpê dikin. Li hemberî kedkar û gundiyan çavsor in, li hemberî kurdan çavsor in, li hemberî esnafan çavsor in. Li hemberî mexdûrên erdhejê çavsor û zordest in.
Destmiza kedkar û karkeran her roj kêmtir dibe, lê bihayê her tiştî roj bi roj zêdetir dibe. Bihayê dolar û euro di nav çend mehan gelekî zêde bûye. Ji wan re li hev hatiye lewre niha pergala kapîtalîst bi gelemperî di nav qeyranê de ye, ji ber vê yekê jî rewşa Tirkiyeyê bala kesî zêde nakişîne. Lê belê heke wiha biçe dê piştî çend salan rewşa Tirkiyeyê ji ya Yewnanîstanê xerabtir bibe. Gelên Tirkiyeyê ne mecbûrî zilm û zora AKP’ê ne, dûr nêzîk de rojekê serî hildin. Ji niha hinek nîşaneyên vê yekê hene.