Bedriye Yaşli li Nexweşxaneya Zanîngeha 18’ê Adarê ya Çanakkaleyê ji çavê xwe emeliyat bû. Hevjîna Bedriye Yaşli, Ekrem Yaşli (74) jî li nexweşxaneyê li ber hevjîna xwe bû. Di 15’ê cotmehê de Ekrem Yaşli ji ber bi kurmancî bi hevjîna xwe re axivî, xizmê nexweşekê Hakan Kalmaoglu (22) bi nijadperestî êrîşî Yaşli kir. Êrîşkar ji axaftina kurmancî ya malbata Yaşli aciz bû û bi gotina “Ev der Komara Tirkiyê ye” bi şûşeya sodayê ya di destî wî de êrişî Ekrem Yaşli kir. Êrîşkar şûşe li serê Yaşli xist û ew birîndar kir. Êrîşkar piştî îfade da hat berdan.

Yaşli yê ji serê xwe birîndar bû û bîst kêl avêtin birîna wî diyar kir ku ew giliyê êrişkar dike. Herweha Yaşli anî ziman ku ya herî pê giran hatiye ew e, kesên di dema êrişê de li wir bûne, dengê xwe nekirine.

Min giliyê êrişkar kiriye

Yaşli da zanîn ku dema êrîşkar ne li odeyê bû ew ji dayika wî re dibû alîkar û got: “Min xwarin zêde distend û dida dayika wî. Min bi çavekî xerab li wan mêze nekir. Ez wek însanan bi wan re axivîm. Lê qet li min guhdar nekir û êrîşî min kir.”

Yaşli got piştî êrişê polîs, bijîşk û hemşîreyan xwestiye ku der heqê êrîşkar de gilî neke û tevî vê yekê jî wî gilî kiriye. 

 

STENBOL