Erdogan ê di siyasetê de Tirkiyê xistiye çiravê û tengav bûye, di mijara Idlibê de gef xwarin û got, em dikarin ji nişkê ve operasyona li Idlibê bikin.
Kremlînê jî bersiv da Erdoganî û got, “Operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê li Idlibê li dijî hêzên hikûmetê yên Sûriyeyê wê senaryoya herî xirab be.”
Li parezgeha Idlibê rêveberiya Şamê bi alîkariya Rûsyayê li beşekî mezin serdestiya xwe ji nû ve pêk anî û rêya duwelî kir kontrola xwe. Piştî 8 salan jî cara yekê balafirek ji balafirgeha Şamê çû xwe li balafirgeha Helebê danî. Ev pêşdeçûna rêveberiya Şamê dewleta Tirk û çeteyên wê moralşikestî kir. Li ser vê yekê, Serokkomarê dewleta Tirk Tayyîp Erdogan ku ji aliyê Kurdan ve weke serekçete jî tê binavkirin, doh li koma partiya xwe axivî û weke her carê gurr dan xwe û gef xwarin. Erdogan di axaftina xwe de li ser mijara Idlibê gef xwarin û got, “Operasyona leşkerî ya li Idlibê her kêlî dikare were kirin.” Piştî vê daxuyaniyê, pirr neçû Rêveberiya Kremlînê jî bi daxuyaniyekê bersiv da Erdogan û got, “Operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê li Idlibê li dijî hêzên hikumetê yên li Sûriyeyê wê senaryoya herî nebaş be.”
Gef li Sûrî xwarin!
Serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan doh di civîna koma partiya xwe de axivî û mîna ji bîr kiribe erdê Sûrî dagir kiriye got, “Ji bo rejîm (rêveberiya Şamê) xwe vekişîne rojên dawî ne, me êdî cara dawî hişyar kir. Operasyona li Idlibê di her kêliyê de dikare bê kirin. Em ê Idlibê ji rejîmê û palpiştên wê re nehêlin. Mîna her operasyonê şevekê em dikarin ji nişka ve bên. Operasyona Idlibê di her kêliyê de dikare pêk were. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em bi biryar in ku Idlibê hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo gelê herêmê bikin herêmeke ewle.”
Ev gotinên Erdogan ji Berdevkê Kremlînê Dîmîtrî Peskov hate pirsîn. Peskov jî got, “Em vê gavê li gorî senaryoya herî nebaş nirxandinê nekin” û wiha dewam kir: “Eger niha li dijî rêxistinên terorê yên li Idlibê yan jî li dijî van rêxistinên terorê yên xwedî çek û cebilxaneyeke mezin in, operasyoneke ji bo tinekirinê mewzûbehs be, hingî ev yek gaveke di çarçoveya Mûtabaqata Soçî de ye. Ev yek jixwe berpirsyariya aliyê Tirk e. Eger qala operasyonek li dijî hikumeta Sûriyeyê ya rewa, li dijî artêşa Sûriyeyê tê kirin, ev yek wê bibe senaryoya herî xerab.”
Wezırê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî têkildarî mijarê ragihand ku di hevdîtina navbera heyetên Rûs û Tirk ên li Moskowayê de li hev nekirine.
NAVENDA NÛÇEYAN