Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Çavuşoglu hate protestokirin. Di çarçoveya çalakiya protestokirina civîna AGÎT’ê de ku li bajarê Hamburg ê Elmanyayê hate destpêkirin, bi sernivîsa ‘AGÎT: Li Kurdistan û herêmên din li şûna aştî û ewlekariyê hewldanên şer û bêîstiqrarkirinê’ bi dirûşmên “Li dijî şer, aştiyê rêxistin bikin” bi beşdariya nêzî hezar kesî meşek hate lidarxistin.

Ji aliyê platformeke ku ji NAV-DEM, Tatort Kurdistan, YXK/JXK, Melîsa Jinan a Rojbîn, Mala Gel a Kurdistanê, KCD, AGÎF û rêxistinên Ciwanên Solîd ve meş hate lidarxisin. Meşê ji Qada Hachmannplatzê destpê kir. Berdevkê NAV-DEM’ê Yavûz Fersoglû li vir axivî diyar kir ku Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavuşoglu weke nûnerê diktatorekê hatiye Hambûrgê.

Çapemeniya Elman jî eleqeyekî mezin nîşanî meşê da, meş bê ku aloziyek rû bide li Gaensemarktê bi dawî bû. 


 HAMBURG