
MAID SELÛM / ANHA / QAMIŞLO
Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Damezirîner a Federaliya Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif êrîşên li dijî Efrînê êrîşên li dijî tevahiya Sûriyeyê pênase kir û got “Çawa DAIŞ li Bakurê Sûriyeyê şikest, Tirkiye jî wê li Efrînê bişike.”
Foza Yûsif bi riya ANHA’yê bersiv da gefên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê û got “Tirkiye yek ji dewletan e ku hişt şerê Sûriyeyê ewqasî mezin bibe û alozî jî kûrtir bibe. Tirkiyeyê rojekê jî ji bo ewlehî û aramiya Sûriyeyê polîtîka nekiriye.”
Foza Yûsif bal kişand ser hewldanên ji bo çareseriya Sûriyeyê û bidawîkirina “terorê” û got, di heman demê de dewleta Tirk bi awayekî hovane êrîşî baragehên eskerî û wargehên sivîlan ên Efrînê dike.
Şerê Efrînê wê Sûriyê bide ber xwe
Foza Yûsif got, Tirkiye naxwaze şerê li Sûriyeyê biqede û wiha peyivî: “Hemû hewldanên xwe dike da ku aloziyê dirêj bike. Eger êrîşek li dijî Efrînê pêk were, wê tenê di Efrînê de nemîne. Lê belê wê tevahiya Sûriyeyê bide ber xwe ango şerê li Efrînê, şerê li dijî hemû Sûriyeyê ye. Wê hemû danûstandinên wekî Soçî, Cenevre û yên din pûç bibin.”
Foza destnîşan kir ku Efrîn ne wekî Îdlib û Cerablusê ye, lê belê wê li hemberî Artêşa Tirk û çeteyên wê bisekine, tevahiya Bakurê Sûriyeyê jî wê piştgiriyê bide Efrînê. Foza Yûsif berxwedana Kobanê bi bîr xist û got, “tê bîra her kesî, wê ev berxwedanî li Efrînê hîna bi hêztir be, eger êrîş pêk were.”
Foza Yûsif bal kişand ser hêza Bakurê Sûriyeyê û got, “Em niha bi gelekî ji serdema Kobanê bi hêztir in. Em îro xwedî hêzeke siyasî û eskerî ya mezin in.”
Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Federaliya Demokratîk Foza Yûsif civaka navneteweyî hişyar kir, got, heger li dijî gef û tehdîtên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê nesekinin, wê DAIŞ’eke din were avakirin.
Di dawiyê de Foza Yûsif got “Wekî ku DAIŞ şikest, Tirkiye jî wê bişike.”