Di rojnameya navdar a Elman Sueddeutsche Zeitungê de li ser pirtûka Bextiyar Elî a bi navê 'Hinara Dawî ya Dinyayê' rexneyeke pirtûkan li ser çapa wê ya Elmanî hat weşandin. Gotar bi sernivîsa; "Çawa dikarî nivîskarekî weha demeke evqasî dirêj nedîtî bimîne?" hate amade kirin.  Rexnegir Stefan Weidner li Silêmanî û Hewlêrê li nivîskarên Kurd pirsiye û di nava hemûyan de yê herî zêde derketî pêş Bextiyar Elî bûye. 

Koma hilberînên wî weke yanzdeh bergên bi kalîte çapkirî û têra xwe ji bo firotinê hatî xemilandin li hemû pirtûkfiroşan peyde dibin. Pirtûkên wî ewqasî baş hatine firotin ku romannûs dikare debara xwe baş pê bike û li Elmanyayê bijî. Bextiyar Elî ji bilî zimanê dayika xwe Sorani, bi Farsî, Erebî, Ingilîzî û Elmanî jî dizane.

Têra xwe dereng, lê ne zêde dereng weşanxaneya bi navê Zürcher Unionsverlagê  romana wî ya 'Hinara Dawî ya Dinyayê-(Duwahemîn Henarî Dunya)-Der letzte Granatapfel' bi Elmanî weşand. Ev romana ku orjînala wê bi Soranî 2002´yan çapbûyî bi vî rengî hatiye ber destê rexnegirê Suddeutsche Zeitungê. Stefan Weidner romanê weke "derbeke ecêb" yek ji "metnên ji rojhilat ên ku ji demeke dirêj ve dikarîn werin xwendin ên herî têr û tijî" bi nav dike û weha dewam dike: "Mirov di cih de têdigihîje ka çima nivîskar li welatê xwe gihiştiye radeyeke mîna kultekê."


Serpêhatiya lêgerînekê

Herçî naveroka romanê ye, bi serbestberdanekê destpê dike: "Piştî bêhtirî bîst salan kevne-pêşmergeyek ji girtîgeheke li nava çolê ji hucreyekê tê berdan. Navê wî Muzafer Subhdam e. Wî dibin qesra hevalekî wî yê berê, mala serkêşê serketî yê şoreşê Jakobi Snauber. Di hundirê xwe de Muzafer ji mêj ve xwe ji dinyayê qut kiriye. Lê belê fikra ji nû ve dîtina kurê xwe Sarzasî ew rapêçaye. Û Hinara Dawî ya Dinyayê ha behsa vê lêgerînê dike.


Xewnereşkeke mehşerwarî

Lê belê ev lêgerîn vediguhere xewnereşkeke mehşerwarî ya ku ji raperîna li dijî Sedam a salên heştêyî û 90´î destpê dike heta bi şerê birakujiyê diçe. Lê dîsa jî ev behsa dîroka nêz a Başûrê Kurdistanê romanê nake romaneke dîrokî. Meseleya romanê ne dîrok e, lê ka dîrok çi tîne serê mirovan û çawa mirov dikarin xwe wê li wê ragirin, barê wê hilgirin.


Tu dixwazî mirov ji serê xwe bikî der?

Li gorî Stefan Weidner roman bersiveke hunerî ye beramberî vê pirsê. Herçî şidet û êş e di romanê de hîç nayên estetîzekirin. Dema ku serkêşê şoreşê Jakobi Snauber ê ku Muzaferî ji bo rizgarkirina wê ketibû girtîgehê, dibêje, bi tenê xwerûbûnek heye "mirov nehêle ku mirov di mirovî bigihîje", ha hingê mirovbûna Muzaferî rût û tazî li ber çavê xwendevan e. Muzaferî ji hevalê xwe re dibêje: "Tu jî dixwazî weke hemû desthilatdar û pêxemberan li ser wan tiştan bihizirî û feylesofiyê bikî, û vî mexlûqê piçûk ango mirovî ji serê xwe bikî der? Didijî da ku tu wan jibîr bikî, lê ez bi xwe dijîm da ku wan bînim bîra xwe." Ji bo vê jî Weidner dibêje, "bêyî ku mirov zanibe ka çawa wisa li mirovî hat, mirov şahidiyê dike li jinûve efsûnîbûna dinyayê ji asta wê ya herî jêr û hejar ve.


Lêgerîn vediguhere lihevbihurînê

Gera Muzaferî Subhdam a li kurê wî vediguhere gera wî ya li kurên wî. Lewma sê kur hene ku her yekî ji wan hinareke camî di dergûşa wan tê bicihkirin. Serpêhatiya wan mînak e ji bo wan zarokên ku bavê xwe ji dest dayîne di wê serdema reş û tarî ya dîroka Kurdan de. Yek ji wan vediguhere qehremanê dezgehdaran ku asayîş zilmê li wan dike, yê din hewl dide bi şervaniyê timî nêzî mirinê be. Muzaferî bi kaseteke tomara deng bi Saryasî yê duyem ê di girtîgehê de dipeyive, êdî meseleya kurê wî yê rastî dibe meseleyeke talî. Armanc êdî ne lêgerîn e lê lihevbihurîn e.


Stêrka reş

Xwendevanê romanê di dawiyê de wê tevî Muzaferî Sarzasî yê sêyem bibîne. Ji wî re dibêjin Stêrka Reş ji ber şewat û birînên li ser bedena wî. Ev hevdîtin bi tenê ji bo xwendevan dikare bibe hevdîtineke mirov dikare xwe lê bigire ji ber ku Muzaferî kêliyeke bi tenê jî erk û wezîfeya xwe jibîr nake: "Dema ku min ev ruhberê westiyayî, heliyaye, hizr û ruhê wî di bedena wî de hembêz kir, bi min wa bû weke ku tiştek di kûrahiya bedena min de pêkeve, rohniyê bide der. Ez tê gihiştim ku li vir qewlekî gelekî mezin diviya. Sondeke ji bavtiyê, ji evînê û dilpêşewitandinê mezintir."


Penaberiyeke bi kelekê û îro

Di dewama romanê de em pê dihisin ku Muzaferî Subhdam serpêhatiya xwe di kelekeke di Derya Spî de dema ku berê xwe daye Ewrûpa ji kesekî din re dibêje, bi awayekî ecêb ev serpêhatî bi roja me ya îro ve tê girêdan. Lê roman beriya bêhtirî 13 salan hatiye çapkirin. Herçî penaberî ye ya baş ew e em qehremanê romanê bidin peyivîn: "Ji bo kesê penaber, mesele ne ew e ku edaletê di halê herî bingehîn yê siyasî de tecrûbe bike, ango ji zilma dewletê yan jî ji mekanê tehlûkeya yekser bifilite. Armanca penaberiyê bêhtir ew e ku mirov ji erd û mekanên erjengiyê xilas bibe. Penaberî pêvajoyeke mîstîk a xeyalî ye, ew li gorî mentiqê utopyayê ye, ne li gorî mentiqê fikra aqil a xwerû ye." 


Jînegeriya Bextiyar Elî

Bextiyar Elî (Muhemed)sale 1960´î li bajarê Başûrê Kurdistanê Silêmanî ji dayik bûye. Ji bill romannûsî û helbestvaniyê, ew her weha rexnegirekî baş ê wêjeyî ye jî.

Bextiyar Elî week helbestvan û nivîskarê ceribandinan dest bi nivîsê kir lê belê ber bi nîvê salên 90´î ve weke romannûsekî cihê xwe zexm kir di nava wêjeya Kurdî de. Wî 11 roman, gelek dîwanên helbestan weşandin. Ew demeke dirêj li Elmanyayê ma û niha jî li Bonnê dimîne. 

bextiyar Elî piştî qedandina tevahiya dibistana beriya zanîngehê li Silêmanî û li Silêmanî dest bi xwendina jeolojiyê kir. Paşê li Hewlêrê li zanîngeha Selahedînê xwendina xwe dewam kir. Sala 1983´yan ew di dema xwepêşandaneke li dijî rejîma Baasê de birîndar bû. heman salê wî xwendina xwe di nîvî de hişt.

Serpêhatiya wî ya nivîsê jî heman salê bi nivîsandina helbesta bi navê Niştiman dest pê kiriye. Bi her halî tevî ku wî dest bi nivîsê jî kir heta piştî raperînê wî nedikarî berhemên xwe çap bike. Sala 1992´yan wê pirtûka xwe ya yekem, a bi navê Gunah û Karneval (dîwana helbestan) weşand. Romana wî ya yekem jî sala 1997´an hat çapkirin bi navê Mergî Taqaney Duwem.


 FRANKFURT