Wezîrê Tirk Mevlut Çawîşoglu daxuyanî da ajansa dewleta Tirk Andolê (AA) û banga “Paqijkirina bajarê Efrînê ji YPG’ê kir” û got, “Em ê destûrê nedin ku hêzêke terorîst li Bakurê Sûriyê were avakirin. Hebûna YPG´ê li Bakurê Sûriyê li ser sînorê me xeter e. Her wiha metirsiyekê li ser yekîtiya xaka Sûriyê çêdike. Em difikirin ku em ê vê xeterê bi temanî ji holê rakin.” Mewlut Çavuşoglu têkildarî referandûma Başûrê Kurdistanê zimandirêjî kir û got, “Hîna jî ne dereng e ku Barzanî ji şaşiyê vegere. Eger Barzanî ji şaşiyê vegere em ê di rojên zehmet û zor de li gel wî bin û weke berê têkiliyên xwe li gel wan dewam bikin”.  Wezîrê Tirk wekî din got, heger rêveberiya Barzanî ji şaşiyê venegere, ew ê biryarên bi hevkariya Bexdayê re bixin meriyetê û wiha dewam kir: “Barzanî digot, heger em referandûmê bikin, wê destê me li ser masê xurt bibe, lê wiha nebû. Hemû cîhan li dijî wî derket.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK‘ê Murat Karaylan di hevdîtineke xwe ya li gel radyoya dengê Kurdistanê de beriya sê rojan gotibû, “Heger Başûrê Kurdistanê rastî êrîşekê were, em ê bê deng nemînin û em ê parastina wê bikin.” 


 ENQERE