Li parêzgeh Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê cotkaran dest bi çandiniya birinc kir. Ji ber du zivîstanên têr baran, cotkar li bendê ne zeviyên wan bi xêr û bêr bin. Li Herîr û Batas ên ku 70 kîlometroyan li bakur rojavayê Hewlêrê ne, cotkarên birinc diçînin zêde dibin.
Çawa ku Karzan Sebah jî di nava ava dide heta bi kaboka wî de dibêje, “buhayê birincê gelekî baş e. Ji Silêmanî û Dihokê miştiriyên me hene”. Lê derdê cotkariya birincê Kurdistanê îtxalkirina zêde ya birincê erzan ji Tirkiye û Îranê ye. Ev birincê erzan û kalîte kêm zirarê dike li cotkarên Başûrê Kurdistanê.
HEWLÊR