Dinyaya me cihekî wisa ye ku timî bi dîmen û kîliyên xwe dikare miroavan heyranî xwe bihêle. Ji bilî zindiyên xwe, dinyaya me bi rohnî û rengên erdnîgariya xwe jî çav û dîmaxa insên cezb dike. Li Bakurrojhilatê eyaleta Kalîforniyayê ya li Dewletên yekbûyî yên Emerîkayê, li Parka Neteweyî ya Vokanîk a Lassenê, ji bilî rengên zindiyan, rengên zindî yên metal, kevir û axê, bi oksîtan pêkhatina gelek ton û pêlên rengan dikin ku ev dever mirovan heyranî xwe bike. Li vir beriya bi 825 hezar salan vokan teqiya bûn, niha ew volkan di xew de ne, dengê xwe nakin. Ev dever yekane cih e li ser dinyaya me ku lê 4 awayên volkanan ên cihê di heman demê de lê ne. 


 NAVENDA NÛÇEYAN