Wezirê Karê Hundir ê Elmanyayê Horst Seehofer, piştî lihevnekirina polîtîkaya serokwezîr Angela Merkel a penaberan, îstîfaya xwe ragihand. Li gorî AFP’yê ragihandiye, serokê partiya CSU Seehofer, di civîneke xwe ya ji çapemeniyê re girtî de ev niyeta xwe aniye zimên. Tê payîn ku wezîrê karê hundir Horst Seehofer dest ji serokatiya partiya mûhafazakar CSU ya hevparê hikumeta koalîsyonê ye jî berde. BERLÎN