Krîza li ser penaberan ku ev çend hefte ne di navbera partiyên demokrat ên Xiristiyan CDU û CSU de hebû, çareser bû.

Lîderê CSU û Wezîrê Karên Hundir Hors Seehofer  li ser mijarê li Berlînê daxuyanî da û diyar kir ku di berdêla vekişandina îstifaya xwe de wan hemû daxwazên xwe yên li ser mijara koçberiyê bi Merkel dane qebûlkirin.

Seehofer da xuyakirin ku ji bo pêşî li koçberiya ne qanûnî ya li ser sînorê Awûstûryayê bigirin, wan li hev kirine û li ser krîza hikumetê jî got, “Dema ku mirov bi bawerî têbikoşin, mirov encamekê digirin.”

Serokwezîr Angela Merkel jî got, ‘di encama têkoşîneke zehmet’ de wan bi şirîkê biçûk ê koalîsyonê CSU re li hev kirine. Merkel diyar kir ku ji bo penaberên li welatên din ên Yekîtiya Ewrûpayê serlêdana penaberiyê kirine, lê belê piştre hatine Elmanyayê wê navendên transît bên vekirin û li van navendan wê werin vegerandin. 

 

BERLÎN