Bêguman her gel û neteweyek di dîroka xwe de xwediyê destan û şerefmendiyê ye. Bi taybetî jî dîroka gelên bindest bi kêliyên ku li hemberî zilm û sitemê sekinîne û şerê azadiya xwe kirine, dagirtiye. Di asta takekes û kom de li hember zilma dagirkeran berxwedan, cesaret û çelengî hatiye nivîsandin. Ev jî bala her kesî dikşîne û dibe çavkaniya moraleke mezin ji bo gelan û wek bûyerek giring tê qebûlkirin û wisa jî miamele pê re têkirin.

Gelê Kurd jî wek neteweyekê bindest ku welatê wî hatiye dagirkirin, xwediyê bi dehan destanên qehremantiyê ye. 

Di nava wan destanan de jî destana 12 Siwarên Merîwanê em bînin bîra xwendevanan.

Kêm kes hene ku serpêhatiya qehremantiya 12 Siwarên Merîwanê nebihîstibin. Bi taybetî jî xelkê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê. Ji ber ku ev destana qehremantiyê li ser sinorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê qewimiye. 

Li gorî hin çavkaniyan, destana qehremantiya 12 Siwarên Merîwan vedigere salên 1725´an yanî beriya niha bi 291 salan.

Ev dastan bi weha tê vegotin: Bi sedema zêdebûna berazên kovî cotkarên di bin fermanrewaya desthilata Şahê Qela Çolan de ku navê wî Ehmed Paşa bû û wek Şah Xaziyê Leşkerşikên dihat nasîn, ew di heman demê de serokê mîrnişîniyê bûye, gilî û gazinên xwe û dibêjin, ew di rewşeke nebaş de ne. Şah jî ku Xwedî nav û deng bûye komek ji siwarên xwe yên çeleng erkdar dike ku ev jî bi nav ev camêrên li jêr in: 


1- Ciwamêr Axayê Rengêne

2- Axal Axayê Sîweylî

3- Zeynel Begê Meserf

4- Dara Axayê Mîredê

5- Feramurzî Zengene

6- Siwar Axay Bilbasî

7- Memend Axay Myrawdelî 

8- Şapur Axay Bextyarî

9- Zulal Axay Mergey

10- Mîran Begê Welîd Begî Çelebî Qedîme Hemewend

11- Selîm Beg

12- Mehmud Begî Qedîmî Başçaweşî *


Ev siwarên çak û qehreman di germahiya nêçîra berazan de heta bi deşta Şarezûrê çûne û kom bi kom berazan dikin armanc û wan dikujin, di vê demê de xebera hatina artêşa Sefewiyan digihîje wan, di wê xebara gihiştî wan de jî diyar dibe ku artêşa Sefewiyan nêzî navçeya Merîwan bûye. 

Merîwan bajêrekî xweş û rengîn ê Rojhilatê Kurdistanê ye ku nêzî sinorê Başûrê Kuristanê û Navçeya Pêncwên e. Dema ku ev 12 Siwarên çeleng û wêrek vê agahiye dibihîzin, dest ji nêçîra berazan berdidin û bilez xwe digihînin navçeya Merîwan. Bêyî ku vegerin Qela Çolan wek komekê bi coş û moral berê xwe didin artêşa dagirkeran. 

Dem dibihhure û roj ber bi êvarê ve dike ku biçe ava; hingê artêşa Îranê nû gihiştiye derdora Merîwanê û cihê xwe girtiye. 12 Siwareyê Merîwanê di bin çend komên biçûk û bi lêxistina dahol û daxwaza serketinan, êrişî ser artêşa dagirkeran dikin û wan perîşan dikin. Artêş mecbûr dibe bireve û hejmarek zêde çadir, alavên leşkerî li pey xwe dihêlin. Serê sibehê arteşa Kurdan ku ji Qela Çolan bi rêketiye, digihîje cihê şer û dibîne ku 12 qehremanên Kurdan arteşa dagirker neçarî vekişandinê kiriye. Ev jî dibe sedema dilxweşî û moraleke mezintir. Her li cihê şer bi dahol û zirneyê kêfxweşiya serketinê radigîhin û hev pîroz dikin. 

Lê ya ku wan xemgîn dike yek ji wan 12 Siwaran, ew ê bi navê Selîm Beg, bi giranî birîndar dibe. 


* Çawa em di vê lîsteyê de jî dibînin, bi navkirina yeko yeko ya qehremanan di destanên Kurdî de belav e; em dikarin li destana Dewrêşê Evdî ya li Bakurê Kurdistanê û nexasim jî belav di nava eşîra Milan û Êzîdiyan de binihêrin ku tê de her 7 siwarên li dijî Şemaran şer dikin yek bi yek tên wesifkirin û binavkirin (Têbîniya redaksiyonê)