
Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyeyê mamoste û helbestvanê Kurd Cegerxwîn bibîranîn. Di merasîma bîranîna 32`yemîn salvagera koça dawî ya hebestvanê Kurd Cegerxwîn de ku li mala wî ya taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo hat organize kirin, gelek nivîskar, rewşenbîr, nûnerên partiyên siyasî, saziyên çapemeniyê û Kongreya Star amade bûn. Hevalên mamoste û helbestvanê Kurd Cegerxwîn bi rêzgirtinê dest bi merasîmê kirin. Di merasîmê de endamên Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyeyê, Azad Şêxmûs û Silêman Hesen helbestên helbestvan Cegerxwîn xwendin. Hunermendê mûzîkê Ehmed Mûsa çend awazên li ser amûra Kemanê pêşkêş kirin.
Li Berlînê jî semîner hat lidarxistin
Cegerxwîn, pêr jî li Berlînê bi semînereke berfireh hate bibîranîn. Di bîranînê de ku ji alîyê mamosteyên Kurd Dr. Gundî Dîlberz û Adnan Osê ve li avahîya PYD´ê şaxê Berlînê hat birêvebirin, li ser jîyan, tekoşîn, berhem û jînenîgarîya helbestvanê navdar agahîyên berfireh hatin pêşkêşkirin. Dr. Gundî Dîlberz, li vê derê, bi dirêjahî li ser jiyan, welatparêzî û pirtûkên helbestvanê nemir sekinî û agahîyên girîng bi guhdaran re parve kir. Dr. Dîlberz, her wiha pirtûka xwe ya dawî ya bi navê ‘’Mamoste û Şagirt - Cegerxûn û Gundî’’ da nasîn û di dawîya civînê de ji bo xwendevanan pirtûkên xwe îmze kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN