Helbestvanê Kurd Seydayê Cegerxwîn, ji ber zordariya dewleta Tirk sirgun bû, li gelek bajaran geriya û derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Cegerxwîn li Rojavayê Kurdistanê tê bîranîn.
Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz, bi minasebeta salvegera mirina Cegerxwîn, li Navenda Çand û Hunerê ya Mehemed Şêxo civînek li dar xist û wî bibîranî. Di civînê de li ser jiyana Cegerxwîn hate rawestîn û xwendekaran jî helbestên Cegerxwîn xwendin.
Endamên Konfederasyona Xwendekaran herwiha li ser gora Cegerxwîn ya li Qamişlo jî merasîmek bîranînê lidar xistin. Xwendekaran gul danîn ser gora Cegerxwîn û rêz girtin. Di axaftinan de hate gotin ku konfederasyona ciwanan girîng dibîne ku xwedî li bîranîn û berhemên Cegerxwîn û hemû hunermendan derbikeve. Herwiha hate gotin ku wê xwendekar vê mîrateya dewlemend biparêz e.
Li aliyê din Navenda Çanda Mehemet Şêxo jî, bi heman armancê bi tevlîbûna girseyeke qelabalix merasîmek bîranînê hat lidarxistin.
DÎHA/QAMIŞLO