Piştî serdana lîderê PDK’ê Mesûd Barzanî ya Enqerê û axaftinên Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglu ku got li dij PKK’ê hevkara wan ên herî girîng jî wê li gel wan bin hêna 24 saet derbas nebûn PDK’ê careke din li gor kevneşopiya xwe tevgeriya û hêzên xwe û komên çete yên girêdayî xwe ajotin ser Şengalê. PDK li dewsa ku hesabê berpirsiyariya tevkujiya 8’ê Tebax a 2014’an a tevkujya Şengalê bide vê carê Êzîdiyên di bin derfetên kêm de têkoşîna jiyanê didin kirin hedef. 

Hêzên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê ku bi sala ye hebûna xwe didomînin. Mîna ku ev ne bes e komên çete yên PDK’ê û dewleta Tirk bi hev re organîze kirin piştî Rojavayê Kurdistanê niha jî li dij hêza parastina Şengalê YBŞ/YJŞ xistin tevgerê. Mîna encameke hevdîtinên AKP û PDK’ê li dij îradeya Kurdan êrîş û kar hate parve kirin. Dewlita Tirk li dij Rojava, PDK û hevkarên wê jî li dij Şengalê ketin nava êrîşê. 

Hêzên çekdar ên PDK’ê û çeteyên girêdayî wê yên li herêmê hatibûn bicîh kirin dema doh serê sibehê xwestin bikevin herêma Xanesor a di bin kontrola Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) de ye li rasta bersivdayina berxwedêrên Êzîdî hatin. Ji fermandarên Yekînên Jin ên Şengalê Rosyar Vejîn ragihand ku hêna rojekê berê komên çete li herêmê hatin komkirin. Tevî tacîz û hewldanan jî hêzên berxwedêr ên Êzîdî nexwestin şer bikin. Rosyar bibîr xist ku komên çete ên qaşo xwe mîna ‘Pêşmergeyên Rojava’ li xwe kirine êrîşî bendên kontrola YBŞ’ê kirine û bi çekên giran û doçkayan êrîşî herêmên Xanesor û Sînunê kirine. Di şerê derket de şervanekî YBŞ’ê jiyana xwe ji dest da, 3 şervan jî birîndar bûn. Li ser van êrîşan şervanên YBŞ’ê bersiv dan û şerê ku serê sibehê dest pê kir heta saetên piştî nîvro berdewam kir. 

Li gor agahiyên ku ajansên ANF û Rojnews ji herêmê parve kirin di pevçûnan de bi dehan endamên çete hatin kuştin. Ji yên bi saxîtî ketin destê YBŞ’ê de jî hate tesbît kirin ku 2 jê beriya niha di nava DAIŞ’ê de cih girtine. 

Dîsa hate ragihandin ku bi dehan çete jî ku nexwestina bibin tetîkêşê PDK’ê xwe sipartina hêzên YBŞ’ê. Hin ji yên nexwestin şer bikin jî ji aliyê çekdarên PDK’ê ve hatin girtin û birin cihekî nayê zanîn. Her wiha derbarê çarenûsa wan de jî agahî ne hate bidestxistin. 

Kurdên Êzîdî ku bûyer bihîstin derdora nexweşxaneya Sinunê girtin û destûr nedan çeteyên birîndar li vir bên tedawî kirin. Li ser vê yekê birîndarên çeteyan di ser deriyê Xabûrê re birin Tirkiyeyê. 


DAIŞ’î jî îthal kirine

Du kesên dîl ketin destê hêzên YBŞ’ê de ku bi eslê xwe Ereb in, ji DAIŞ’ê tevî Artêşa Azar a ji komên çete pêk tê bûne û li Cerablûrê şer kirine. Paşê ji ji aliyê artêşa Tirk ve hatine perwer kirin û di nava hebûna cehşan a bi navê ‘Pêşmergeyên Rojava’ de hatine bicîh kirin. 

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku piştî serdana Mesûd Barzanî ya Enqerê komeke di nava çeteyên Tirk ên li Rojava li Cerablûs û Babê li dij hêzên Kurd şer dikir di bin navê ‚Pêşmergeyên Rojava‘ de derbasî Hewlêrê kirine û di nava wan de çeteyên DAIŞ’ê jî hene.  n ŞENGAL


Hewara Êzîdxanê


Şêniyên Kampa Newrozê berê xwe dan Êzîdxanê û li dijî êrîşa çekdarên PDK’ê ketin çeperên berxwedanê. Piştî ku hat bihîstin çekdarên PDK’ê êrîşî Xanesorê kirine, Şengaliyên li Kampa Newrozê ya li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ketin nava liv û tevgerê. Kesên ku dikarin rahêjin çekê, bi taybetî ciwanan yekser berê xwe dan Şengalê û li Xanesorê li kêleka şervanên YBŞ/YJŞ‘ê ketin çeperên berxwedanê. Şêniyên kampê, niha tevî şervanên azadiyê Êzîdxanê ji êrîşa çekdaran diparêzin. Dîmenê dayikên Êzîdî ku rahiştin çekan û berê xwe dane hewara Êzîdxanê ketin ber objîktîfa kamerayê nûçegihanê ANHA’ê. 


DÊRIK