
Li Êlihê, hema hema li her taxê mirov rastî tenrûan tê. Tenûr û nanê tenûrê yên ku perçeyek jiyana koçera ne, ji aliyê koçerên li bajaran bi cih bûne ev çand tê domandin. Koçerên her çiqas di salên 90’î de ji bi zorê ji zozanên xwe bûn, li ehr devera ku lê bi cih dibin, çanda xwe jî li wir didomînin. Hanîfe Yilmaz (55) a bi sala ye nanê tenûrê çêdike wiha got: “Em li ber destê dayika xwe hîn bûn. Em ê jîw isa bidomînin û fêrî zarokên xwe jî bikin. Nanê tenûrê ji yê li firinan tê çêkirin xweştir e û li nêvengeke paqijtir tê çêkirin. Nanû tenûrê perçeyeke jiyana me ye.” Yildiz a li Taxa Koçeran rûdinê, tîne ziman ku, nanê tenûrê yên ew çêdikin û yên firnê nabin wek hev û wiha domand: “Nanê em çêdikin, hem teze ye, hem jî zaf ji yê li firinan tê çêkirin xweştir e. Her tenûra em lêdixin bi qasî 20 rojî têra me dike. Ji ber em nanan dixin cihê cemedê yê sarincê, qet kevn nabe. Dema em ji sarincê derdixin û wî gem dikin, wek nû hatibe çêkirin. Lê nanê firinê ne wisa ye.”
ÊLIH