Piştî ku hal li amedê hate avakirin, welatiyên gund û navçeyên derdorê êdî şîr, mast û penêrê xwe anîn li vir firotin. Ji ber ku wekî navenda qatixê jîr hate nasîn heta çend sal berê ev der pir zîndî û çalak bû. Çavkaniya aboriyê bû. Hemû rençber û sewalkarên gund û navçeyan berhemên xwe li vir difirotin. Esnafên Hala Penêr jî berhemên şîr ji gundiyan dikirîn û difirotin welatiyên bajar. Lê piştî di salên dawî de marketên mezin hatin avakirin, êdî penêr, mast û qatixên din wekî berê nayê firotin.

'Bêkontrolî heye'
Welatiyê ku ji sala 1994'an heta niha li Hala Penêr esnafiyê dike Şevket Demir, anî ziman ku niha di nava şert û mercên xerab de hilberîna penêr dikin û venêrtina halê zêde nayê kirin. Demîr, anî ziman ku rayedar soza "Ji bilî wan tu kesên din dê şîr û berhemên şîr li vir nefiroşin" da wan, lê niha berhemên şîr li gelek cihên tin tên firotin û piyaseya şîr û berhemên şîr li nava hev ketiye. Demîr, dazanîn ku êdî li her derê berhemên şîr tên firotin û ev yek hem kalîteya penêr û mast û hem jî venêrtiyê ji kontrolê derdixe. Demîr, destnîşan kir ku firotina şîr û berhemên şîr ji bo welatiyên herêmê çavkaniyek girîng e, lê ji ber ku razemenî li ser vê çavkaniyê nayên kirin êdî eleqeya li hemberî vê qadê nemaye. Demir, tevliheviya piyasê jî rexne kir û wiha got: "Li her derê penêr û berhemên şîr serbest tên firotin. Venêrtî tune. Marketên mezin bi tonan penêr diefiroşin. Ji ber vê yekê êdî em kar nakin û nikarin penêr bifiroşin. Ji ber ku venêrtina firotinê tune em nikarin bi wan re têkevin qayişê. Ji ber ku êdî kes nayê penêr ji me nakire û firotin kêm e em zerar dikin û mexdûr dibin."

'Berê me 60 ton şîr dikirî'

Welatiyê ku demek dirêj e li Hala Penêr penêr difiroşe û bafrîqeya berhemên şîr vekiriye Mehmet Aras jî anî ziman ku li Amedê yekem car wî fabrîqeya şîr vekir û wiha got: "Berê me rojê 60 ton şîr dikirî û dikir mast û penêr. Lê niha em rojê 4-5 ton şîr dikirin û dikin mast û penêr. Ji ber ku niha firotina berhemên şîr bê kontrol tê firotin êdî kalîte jî daketiye. Heta 7 sal berê me hefteyê 6-7 ton penêr dibir bajarên Konya, Mersin, Karaman û Kastamonuyê. Lê niha em hefteyê 1-2 ton penêr dibin. Em bi marka Shop û Aras hilberîna penêr dikin. Berê 80 kes dixebitîn. Lê niha fabrîqeya me li ber girtinê ye.
Esnafê bi navê Turan Yaşar, jî anî ziman ku perê pir penêr difirotin. Yaşar, da zanîn ku berê pir cuyerên penêr difirot. Lê niha êdî wekî berê cureyên penêr nafiroşin û eleqe pir kêm bûye.
Penêrê herêmê yê herî zêde tên firotin: Li Hala Penêr herî zêde Penêrê herêma Qerejdaxê yê nîv helandî, penêrê herêma Hezo û Şemrexê yên Salamura tên firotin. Dîsa penêrê Sîrîmlî Huna, Kezî, Salamura, Niv Halandi, Penîrê Panik, Penîrê Ziman Şelale û Toraq tên firotin.


ÎSHAK DURSUN - DÎHA/AMED